KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk gundê Mijê yê Amediyê bombebaran kir
Balafirên şer ên dewleta Tirk, gundê Mijê yê navçeya Amediyê ya Dihokê bobebaran kir. -
Li ser sînorê Rojava çalakiya nobedê ya li dijî dagirkeriyê di roja 3'yemîn de ye
Li dijî êrîşên qirkerî û dagirkeriyê, çalakiya nobedê ya ku li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hate destpêkirin di roja 3'yemîn de bi stranên berxwedanê dewam dike. -
Ji Amedê ber bi Enqereyê ve 'Meşa Azadî û Çareseriya Demokratîk'
Li Amedê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk wê ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest bi 'Meşa Azadî û Çareseriya Demokratîk' bê kirin. -
Tûncer Bakirhan: Şaredariyên me divê destpêkê li astengdaran bifikirin
Tûncer Bakirhan li Amedê di civîneke têkildarî astengdaran de axivî û destnîşan kir ku şaredariyên DEM Partiyê beriya her tiştî di xizmeta xwe de divê li astengdaran bifikirin. -
HPG'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
HPG'ê nasnameya gerîlayekî li Zapê şehîd bû eşkere kir û got, "Ji hevrêyên xwe hemûyan re bû mînak û weke milîtanekî Apoyî cihê xwe di nava dîroka me ya têkoşînê de girt." -
Li Nisêbînê meşa li dijî dagirkeriyê
Li Nisêbînê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çalakiya nobedê de wiha hat gotin: “Navnîşana çareseriyê diyar e. Aşîtî dê bi azadiya Birêz Abdullah Ocalan pêk were.” -
YCWK’ê li dijî qereqolê çalakî lidar xist!
Yekîneyên YCWK’ê li navçeya Geverê ya Colemêrg bi molotof û teqemeniyên bi destçêkirî li dijî qereqolê çalakî lidar xist. -
Ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, lêgerîna edaletê
Xizmên windayan û endamên ÎHD’ê ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, lêgerîna edaletê domandin. -
Bi girseyî çûn serdana şîna gerîlayê HPG’ê
Bi girseyî serdana şîna gerîlayê HPG’ê Denîz Şen (Demhat Silopî) kirin. -
Platforma Zimanê Kurdî: Em xebatên xwe bi Kurdî bikin
Platforma Zimanê Kurdî destnîşan kir ku Kurdî di bin xeteriyê de ye û got, “Em xebatên xwe bi Kurdî bikin.” -
Kesên di êrîşên qirkirinê de hatibûn qetilkirin, hatin bîranîn
Li Cizîrê kesên ku 9 sal berê di êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker de hatin qetilkirin, hatin bîranîn. -
‘Çareserî azadiya Abdullah Ocalan e’
Di kongreya DBP’ê de hate diyarkirin ku çareseriya hemû pirsgirêkan, azadiya Rêber Apo ye û peyama “divê statuya Rojava bê naskirin” hate dayîn. -
Li Wanê operasyonên qirkirina siyasî hatin protestokirin
Rêxistina Wanê ya DEM Partiyê operasyonên qirkirina siyasî protesto kir û got, “Desthilatdarî gefê li aştiya hundir û civakî dixwe.” -
Ji hewayî û bejahî li dagirkeran hate xistin
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa Tirk a dagirker ji hewayî û bejahî gelek çalakî lidar xistin. -
‘Me dît ku di ezmûn û rêya PKK’ê de tiştekî gerdûnî heye’
Şoreşgerê Enternasyonalîst şehîd Bager Nûjiyan: Ji bo xwe perwerde bikim hatim çiya. Wateya ‘çiya’ çi ye? - Berî her tiştî, xaka rizgarkirî! Cihê ku em pêşî dikarin xwe baştir lê nas bikin. Perwerde bi rastî tê wê wateyê. -
Banga ji bo kampanyaya alîkariya ji Rojava re: Divê hemû gelê me seferber bibe
Hevserokê Amedê yê DBP’ê Mehmet Şirîn Gurbuz ji bo kampanyaya alîkariyê ya ji bo Rojava hatî destpêkirin, bang kir. -
Qetilkirinên Îranê dewam dikin: Kolberekî din jiyana xwe ji dest da
Komaleya Mafê Mirovan a Kurdistanê da zanîn ku kolberekî din ê ku di êrîşa hêzên Îranê de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da. -
Nobeda li ser sînorê Qamişlo didome: Dilê Kurdan ji bo Rojava lêdide
Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan di nobeda li deriyê sînorê Nisêbîn-Qamişlo bang kir, “Tevî sînoran jî, Kurdên li çar parçeyan yek in. Dilê Kurdên li çar parçeyan îro ji bo Rojava lêdide.” -
Li ser sînor li dijî êrîşên dagirkeriyê çalakiya nobedê hat destpêkirin
Li Nisêbîna li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşan çalakiya nobedê hat destpêkirin. -
Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava hatin şermezarkirin
Hêrsa gel a li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibe. -
Xebatkarê Yenî Yaşamê Serhat Dûrmûş dîl hat girtin
Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Serhat Dûrmûş ku li Sêrtê hate binçavkirin, dîl hat girtin. -
Li Amedê dagirkerî hate şermezarkirin: Em berxwedanê mezin bikin
Li Amedê, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û biryardariya ji bo mezinkirina berxwedanê hate nîşandan. -
Xweranegirtina li cil û bergên Kurdî
Akîf Coşkûn ê li Wanê dimîne, beriya 2 mehan ji malbata xwe ya ku li derveyî welêt re cil û bergên neteweyî yên Kurdî şand. Lê ev cil û berg bi hinceta ‘tiştekî bi fikar’ negihişt navnîşanê. Coşkûn nerazîbûn nîşanî vê yekê da. -
Êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin, berxwedana Rojava hate silavkirin
Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyan hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de işaret bi girîngiya xwedîderketina li Rojava hate kirin. -
Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
14 herêmên Şirnexê, ku talana ekolojîk lê didome, ji bo 15 rojan hate qedexekirin.