KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG'ê nasnameya gerîlayekî şehîd eşkere kir
HPG'ê nasnameya gerîlayekî li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû eşkere kir û got, "Hevrêyê me Demhat ku milîtanekî Apoyî bû, rastiyeke têkoşînê li pey xwe hişt, ku ti carî nayê jibîrkirin." -
Êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin: Rojava rûmeta me ye!
Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajaran hatin şermezarkirin û hate gotin, "Rojava rûmeta me ye." Di çalakiyan de hate xwestin, ku tecrîda li ser Rêber Apo tavilê bê rakirin. -
Pêşmergeyên Dêrîn: Ji bo alîkariya bi Rojava re divê Deriyê Sînor ê Sêmalka bê vekirin
Serokê Civata Pêşmergeyên Dêrîn Cemîl Hewramî ji bo şandina alîkariyê ji Rojava re xwest, deriyê sînor ê Sêmalkayê bê vekirin. -
Li Miksê serlêdana li dijî desteserkirina şaredariyê
Şaxê Wanê yê OHD'ê ji bo betalkirina biryara desteserkirina Şaredariya Miksê serî li Dadgeha Îdare ya Wanê da. -
Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê û 2 ciwan hatin binçavkirin
Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Serhat Dûrmûş û 2 kes ji aliyê polîsên Tirk ve di serdegirtinê de hatin binçavkirin. -
Li Çiyayê Bagokê şerekî giran diqewime
Li çiyayê Bagokê yê li Nisêbînê ji 6'ê Mijdarê û vir ve liv û tevgera leşkerî dewam dike. Li herêmê şer û bombardûmaneke giran heye. -
Gelê Mexmûrê berxwedana QSD’ê silav kir
Gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî, berxwedana QSD’ê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê silav kir. -
Gundê Zêwigê hate dorpêçkirin: 9 kes hatine binçavkirin
Gundê Zêwig ê navçeya Hezexê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye dorpêçkirin û di encama serdegirtinan de 9 kes hatin binçavkirin. -
Nivîskar û hunermendan serdana Êlihê kirin
Nivîskar, rojnamevan û hunermend çûn serdana Hevşaredarên Êlihê yên ku wezîfeya wan hatiye xespkirin. Banga têkoşîna li dijî siyaseta qeyûm, hate kirin. -
Desteya Eşayîr a Şengalê banga xwedî derketina li Rojava kir
Desteya Eşayîr a Şengalê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da û got, “Ya berxwedaniyê bi ser dixe yekitî û tifaqa gelan e. Îro ji her rojê bêhtir civaka me pêwistiya wê bi vê yekê heye ku hîn bêhtir yektî û tifaqa xwe xurt dike.” -
Li Amedê kampanya piştgiriya bi Rojava re destpê kir
Ji bo gelê herêmê ku piştî êrîşên li ser Rojava ji cih û warê xwe bûn, li Amedê kampanya alîkariyê hate destpêkirin. -
HPG: Ji hewa û bejahî ve li artêşa Tirk a dagirker hate xistin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji hewa û bejahî ve li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di van çalakiyan de 3 çeper hatin îmhakirin, dagirkerek jî hate cezakirin. -
Li Wanê qeza: 2 kes mirin 45 kes jî birîndar
Di encama du qezayên cuda de yên li ser rêya Wan-Erdîşê de 2 kes mirin û 45 kes jî birîndar bûn. -
Parastina Rojava parastina tevahiya Kurdistanê ye
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bang li Kurdan û derdorên demokratîk kir ku ji bo parastina Rojava bikevin nava liv û tevgerê û got, parastina Rojava parastina tevahiya Kurdistanê ye. -
Li Colemêrgê 4 ciwanên rastî êşkenceya polîsan hatibûn hatin binçavkirin
Polîsên Tirk 4 ciwan bi hinceta rê nedane binçav kirin û di depoyekê de êşkence li wan kirin. Hate hînbûn ku ciwanên ku rapora êşkenceyê girtin, dîsa ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin. -
Dagirkeran nehiştin hevşaredarên Êlihê bikevin hundirê şaredariyê
Hevşaredarên Êlihê û endamên meclîsa şaredariyê hewl dan bikevin hundirê avahiya şaredariyê, lê belê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. -
Hunermend û nivîskaran serdana hevşaredarên Mêrdînê kirin
Nivîskar û hunermendan serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr kirin ku wezîfeya wan hate desteserkirin. -
KCK: Li Sûriyeyê çareseriya pirsgirêkan bi feraseta neteweya demokratîk dibe
KCK’ê diyar kir ku li Sûriyeyê demeke nû destpê dike û got, “Tişta sereke ya ku gelên Sûriyeyê bi hesreta wê ye, Sûriyeyeke demokratîk e. Çareseriya pirsgirêkan bi feraseta neteweya demokratîk dibe.” -
Ji Kerkûkê banga ji bo Rojava: Deriyên sînor vekin
Rêxistinên sivîl û rewşenbîrên Kerkûkê daxwaz kirin ku deriyên sînor ji bo hevgirtinê li gel koçberên Rojava bên vekirin. -
KONGRA GEL: Em ji bo Rojava seferber bibin!
KONGRA GEL ji bo Rojava banga seferberiyê kir û got, “Divê em ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê, vekirina deriyên Îmraliyê û parastina Şoreşa Rojava seferber bibin.” -
TMMOB’ê serdana nobeta li dijî xespê kir
Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê li Xelfetiyê serdana nobeta li dijî derbeya qeyûm kir û peyama “wê têkoşîn bidome” hate dayîn. -
Xwezaya Başûrê Kurdistanê tê qirkirin
Artêşa Tirk a ku êrîşên xwe yên dagirkeriyê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne, weke stratejiyeke şer xwezayê wêran dike, jehrî dike û ji bo bêmirovkirina herêmê her tiştî dike. -
HPG: Artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî êrîş kir
Artêşa Tirk a dagirker 30 caran bi teqemeniyên qedexekirî êrîş bir ser tunelên şer ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê. 3 caran jî bi bombeyên fosforê bombe kir. -
Sabrî Ok: Çi hate serê DAÎŞ'ê wê heman tişt bê serê HTŞ'ê
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir ku dewleta Tirk di şerê Sûriyeyê de wê çeteyan heta dawiyê bi kar bîne û got, "Dewleta Tirk tenê bi çeteyan nikare paşerojê diyar bike. Çawa ku DAÎŞ têk çû, heman tişt wê bê serê HTŞ'ê jî." -
Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo Rojava kampanyaya piştgiriyê da destpêkirin
Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê êrîşên li ser Rojavayê de daxuyaniyek da û ragihand ku ji bo alîkarîya bi gelê Rojavayê re kampanyaye alîkariyê daye destpêkirin.