KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ciwanên rojhilat 15'ê Tebaxê pîroz kirin
Salvegera 33'an a Pêngava 15'ê Tebaxê ji aliyê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ve hate pîrozkirin. -
Artêşa Tirk li Licê dest bi operasyonê kir
Artêşa Tirk ku li bejahiya Licê dest bi operasyonê kir, bi helîkopterên bi tîpa Kobra bombeyan li herêmê dibarîne. -
Gerîla: Em ê bi ruhê 15'ê Tebaxê bi ser bikevin
Gerîlayên HPG û YJA Starê, di salvegera 33'an a Pêngava 15'ê Tebaxê de gotin, 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye destpêka hêviyeke nû. -
Pêngava şoreşgerî ya Egîd dewam dike
Ji fermandarên HPG'ê Emîn Başkale got, ew di pêngava şoreşgerî ya 2017'an hatiye destpêkirin de, ruhê Egîd, Zîlan, Bêrîtan, Reşît, Adil û Nûda dibîne. -
STO’yî li dijî pêkanînên AKP’ê diçin Dersimê
Di pêşengtiya Komeleya Xwezaparêz a Mûnzûrê de nûnerên rêxistinên civakên sivîl ên hatin ba hev, ji bo şewata ku dewletê derxistin asteng bikin, ji Stenbolê ber bi Dersimê ve ketin rê. -
Wanê, Nobeda Wijdan û Edaletê dewrî Îzmîrê kir
Nobeda Wijdan û Edaletê ya li Wanê bi dawî bû. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Kemalbay, anî ziman ku gelê Serhedê xwedî li Nobeda Wijdan û Edaletê derketiye û alê dewrî Îzmîrê dike. -
Li Lîcê şewata daristanan berfireh dibe
Şewata ku di 12'ê Tebaxê de piştî topbrana leşkerên artêşaTirk li daristana Lîcê derketî, bi bandora hewayê berfireh dibe. -
HPG: Hêzên me ‘Yekîneyên Veşartî’ kirin jêr kontrola xwe û derb li wan xistin!
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li Colemêrg, Êlih û Dersimê 12 leşker hatine kuştin. -
AKP ne kêmî DAIŞ’ê ye: Heskîfê diherifîne
Helkefta Jîndarkirina Heskîfê derbarê polîtîkayên AKP’ê yên mîna çeteyên DAIŞ’ê ku Heskîf ji xwe re kirine armanc daxuyaniyeke nivîskî da. -
KCK: 15'ê Tebaxê şoreş di nava şoreşê de afirand
KCK'ê salvegera 33. a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û got, "Pêngava 15'ê Tebaxê ev 33 sal in di nava şoreşê de gelek şoreş afirandiye û Kurdistan kiriye ocaxa jiyana demokratîk û azad." -
Di doza Kemal Pencewînî de cezayê îdamê li du kesan hat birîn -NÛ BÛ
Di doza welatparêzê Kurd Kemal Pencewînî de, ku sala 2016'an hatibû revandin û kuştin, cezayê îdamê li 2 bersûcan hate birîn. -
AKP Çewlikê jî dişewitîne
Li Çiyayê Hesarê yê Çewlikê di encama bombekirina balafirên şer ên F-16'an de şewata ku hatî derxistin berbelav dibe. -
Yildirim: Esasê têkoşîna me ya dema nû Rêzdar Ocalan e
Yildirim di Nobeta Wijdan û Edaletê ya Wanê de axivî û got, "Rastiyek wisa heye ku rewşa Rêzdar Ocalan di hiqûqeke beredayî de jî cihê wê tune." -
KONGRA GEL: Em sala 34'an bikin sala têkbirina faşîzmê
KONGRA GEL, Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û got, "Em sala 34'an a Pêngava 15'ê Tebaxê bikin sala hilweşandina desthilatdariya faşîst. Şert û mercên vê yekê afirîne." -
Karayilan: Sala 34'an sala azadiya Kurdistanê û Rêber Apo ye
Fermandarê Navenda Parastina Gel Karayilan, li çiyayên Kurdistanê xîtabî bi sedan gerîlayan kir û got; "Êdî ti hêz nikare pêşî li azadiya Kurdistanê bigire. Gerîla êdî wê bibe gerîlayên serketinê." -
Demîrtaş: Siyaseta demokratîk li ser bingeha 15'ê Tebaxê afirî
Endamê PKK'ê Nûrettîn Demîrtaş bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê axivî û got, "15'ê Tebaxê cejneke civakî ye, ku heta mirovahî hebe wê were bîranîn. Cejneke ramanê ye, cejna pûnijîna li ser navê xwe ye." -
Ronahî: Bi giyanê 15’ê Tebaxê em ê azadiya Rêbertî pêk bînin
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elî Ronahî got, "Bi hişmendî, giyan û berxwedaniya 15’ê Tebaxê em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin." -
Gelo PDK wê Haci Ozen radestî dewleta Tirk bike?
Haci Ozen, ji ber protestoya êrîşa li dijî Şengalê, roja 7'ê Adarê li Hewlêrê hatibû binçavkirin. Tê gotin, PDK dixwaze Haci Ozen radestî dewleta Tirk bike. -
Gerîlayên HPG'ê: 15'ê Tebaxê bû navê jiyana nû
Gerîlayên HPG'ê yên Şengalê diparêzin gotin, "Fîşeka destpêkê ya li Gabarê ji aliyê hevrê Egîd ve hate teqandin, gelê Kurd hişyar kir. Gel hem rastiya xwe, hem jî ya dijmin baş nas kir." -
'Qirkirin qebûl nekir û tevlî nava refên PKK'ê bû'
Dayik Zubeyde Oncu qala kurê xwe Bunyamîn Oncu kir, ku li navçeya Licê di şer de şehîd bû û got, yek ji sedemên bingehîn ên tevlîbûna kurê wê li nava refên PKK'ê, êrîşên qirkirinê yên li qadên xwerêveberiyê bû. -
Dersim: Pêngavên gerîla wê piştî 15'ê Tebaxê hê encamgir bin
Dersim: Pêngava ku gerîla ji Zagrosê heta Cîlo, ji Xakurkê heta Zapê û Avaşînê, ji Dersimê heta Derya Reş daye destpêkirin, wê piştî 15'ê Tebaxê bi rengekî hê xurt bi bandor û encamgir dewam bike. -
Dûran Kalkan: Kurdistan wê bi gerîla azad bibe
Kalkan: Pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxê Kurdistan, herêm, cîhan tev û mirovahî ronî kir. Ji ber vê yekê herêmî bû û êdî ji bo her kesî bû nirxek. -
Wedat Hisên li Silêmaniyê hate bîranîn
Nûçegihanê RojNewsê Wedat Hisên Elî yê ku li Dihokê hate revadin û piştre bi êşkenceyê hate qetilkirin, di yekemîn salvegera qetilkirina xwe de li Silêmaniyê hate bîranîn. -
Gelê Qendîlê li dijî bomberdûmanê nerazîbûn nîşan dan
Gelê Qendîlê, nerazîbûn nîşanî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên ku jîngehên welatiyên sivîl dikin hedef û xwezayê qetilkirin dan. -
KNK çû serdana Tevgera Îslamî û Komela Îslamî
Heyeta KNK’ê serdanên xwe yên tûra duyemîn a hevdîtinên yekîtiya neteweyî didomîne û îro jî çû serdana Tevgera Îslamî û Komela Îslamî.