KURDISTAN
Di encamnameya “Komxebata Aştî û Diyalogê" ya li Qoserê hat lidarxistin de li dijî pevçûn û mirinên di demên dawî de zêdebûne banga avakirina aştiya civakî ya xwecihî hat kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê nasnameya 4 hevrêyên xwe yên li Mihabadê şehîd bûne, eşkere kir û got, “Bi jiyan û karkirina xwe re bûn emsalê rêhevaltiya rasteqîn a ji bo gelê xwe her tim têdikoşe û ti zehmetiyan nas nake.”
KCK’ê yek ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê heval Fuat (Alî Haydar Kaytan) di salvegera 8’emîn a şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Heval Fuat wê her tim di têkoşîna me ya azadiyê û dilê gelê me de bijî. Têkoşîna wî wê bibe têkoşîna me.”
Yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Alî Haydar Kaytan (Fûat) ku 3'ê Tîrmeha 2018'an şehîd bû, weke şervanekî heqîqetê kete dil û mejiyê gelê xwe.
YRK’ê têkildarî şer û pevçûnên li Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û ragihand ku tu hevalên wan li herêma Serdeştê şehîd nebûne û divê gelê me baweriya xwe bi wan gotegotan neyne.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
Nûnerê YNK'ê Gelalî: Di navbera me û Tirkiyeyê krîzek çêbû
Nûnerê YNK’ê yê Enqereyê Gelalî yê ku Tirkiyeyê ew dersînor kir, li Silêmaniyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de têkildarî sedema dersînorbûna xwe agahî neda û ji bo sedema krîzê jî got "Ji ber krîzeke siyasî ya li ser sînorê Silêmaniyê."
-
Li ser rêya Gever-Colemêrgê 20 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG'ê, şeva 22'ê Tebaxê kemîn danîn pêşiya leşkerên artêşa Tirk ên ji Geverê diçûn Colemêrgê. Çavkaniyên herêmî gotin, di çalakiyê de 20 leşker hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne.
-
-
-
Berxwedêra bajêr, evîndara çiyê
Hatîce Hayme (Ulkem Amed Sila) ku bi gotina "Ez evîndara çiyayên Kurdistanê me" bi rê ket, bi stranên berxwedanê, bi destên xwe yên hinekirî çavên xwe li jiyanê girt.
-
-
-
-
-
-
-
-
-
Qeyûm ji diziyê têr nabe
Qeyûmê AKP'ê ku ji roja dest daniye ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û vir ve ji gel didize, gelek kolan û zikakên li navendê kiriye otopart û bi vî rengî ji welatiyan dixwe.
-
-
Artêşa Tirk li Botanê têk çû
Endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê û Fermandarê Herêma Botanê Hakî Mardîn got, artêşa Tirk li Botanê, di hemû operasyonên xwe de ku ji biharê û vir ve dike, têk çûye.
-
Li qadên gerîla pîrozbahiya 15’ê Tebaxê dewam dike
Gerîlayên HPG-YJA Star’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê 33. Pêngava 15’ê Tebaxê bi coşekî mezin pêşwazî kirin û pîrozbahî berdewam dikin. Di pîrozbahiyên gerîla de hunermend Diyar bi stranên xwe beşdarî şahiyan bû û gerîla coşandin.
-
Li Pasûrê şewat: Agahî ji nêzî 30 kesan nayê girtin
Li Pasûrê piştî qedexeya derketina kolanan hate îlankirin û şûnde, ji ber bomberdûmana artêşa Tirk a li devara daristan a Askar û Beyrokê yên girêdayî navçeyê, şewata derketî hê jî dewam dike. Ji 30 kesên li van gundan dijîn agahî nayê girtin.
-
Girtiyê nexweş Ahmet Bayar hate berdan
Girtiyê nexweşiya pençeşêrê Ahmet Bayar ê ku malbata wî li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê dest bi greva birçîbûnê kirî, bi biryara dozger hate berdan.
-
MOP: Li dijî qirkirinê xwedî li Heskîfê derbikevîn
MOP a ku AKP a dixwaze Heskîfê tine bike şermezar kir wiha got: “Xwedîderketina li Heskîfê; tê wateya seknekî birûmet a li dijî pêkanînên kapitalîst, dagirker, hov û qirkirina dewleta Tirk a xwezayê ye.”
-