KURDISTAN
Di encamnameya “Komxebata Aştî û Diyalogê" ya li Qoserê hat lidarxistin de li dijî pevçûn û mirinên di demên dawî de zêdebûne banga avakirina aştiya civakî ya xwecihî hat kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê nasnameya 4 hevrêyên xwe yên li Mihabadê şehîd bûne, eşkere kir û got, “Bi jiyan û karkirina xwe re bûn emsalê rêhevaltiya rasteqîn a ji bo gelê xwe her tim têdikoşe û ti zehmetiyan nas nake.”
KCK’ê yek ji kadroyên damezrîner ê PKK’ê heval Fuat (Alî Haydar Kaytan) di salvegera 8’emîn a şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Heval Fuat wê her tim di têkoşîna me ya azadiyê û dilê gelê me de bijî. Têkoşîna wî wê bibe têkoşîna me.”
Yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Alî Haydar Kaytan (Fûat) ku 3'ê Tîrmeha 2018'an şehîd bû, weke şervanekî heqîqetê kete dil û mejiyê gelê xwe.
YRK’ê têkildarî şer û pevçûnên li Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û ragihand ku tu hevalên wan li herêma Serdeştê şehîd nebûne û divê gelê me baweriya xwe bi wan gotegotan neyne.
Hemû Nûçe
-
HPG: Li Barzan û Bradostê 43 leşkerên Tirk hatin kuştin
Gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî hêzên Tirk ên dagirker, li herêmên Barzan û Bradostê yên Başûrê Kurdistanê çalakiyên berfireh kirin. Li her du herêman herî kêm 43 leşkerên Tirk hatin kuştin. Nasnameya çawişekî pispor ê hate kuştin, eşkere bû.
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
Rejîma Îranê ciwanê Kurd Penahî bi darve dike
Înfaza girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, bi rengekî demî hatibû rawestandin. Rejîma Îranê ragihand ku Penahî wê piştî meha Remezanê were darvekirin.
-
-
-
-
-
-
Li Wanê xebatên hilbijartinê bi coş didome
HDP’ê li Wanê xebatên xwe yên hilbijartinê li Payîzava, Artêmêtan, Tûşba û Îpekyoluyê domand. HDP li navçeyan bi gel re civiya û qala girîngiya hilbijartinên 24’ê Hezîranê kir.
-
Îranê kolberekî din qetil kir
Pasdarên Îranê li gundê Kanî Xumare yê navçeya Sîdekan a bajarê Hewlêr yê Başûrê Kurdistanê kolberê bi navê Meysem Kerî Elî yê 27 salî qetil kir.
-
-
Ertan: Bloka AKP-MHP'ê ya çûyînê ye
Parlamentera Wanê ya HDP'yî Bedîa Ozgokçe Ertan ku demeke li Êlih û Sêrtê karê hilbijartinê yê partiya xwe dike got, "Divê gelên Tirkiyeyê ji surprîza Demîrtaş re amade bin."
-
-
Li şaredariya desteserkirî skandala bertîlê
Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê rejîma AKP'ê ve bi rêya qeyûm hatiye desteserkirin, wê 40 ajokar tevlî kar bihatina kirin, lê belê ji ber skandala bertîlê ev yek nehate kirin.
-
Karmendên talan û desteserkirinê: Qeyûm
Armanca Erdogan a ji bo "wergirtina Amed, Wan û Mêrdînê" bi zext û zordariyê bi cih hate anîn. AKP'ê, şaredariyên ku nekarî di hilbijartinê de bi dest bixe, ji 11'ê Gualna 2015'an û pê ve bi rêya qeyûman desteser kir.
-
Xakurkê ya bi rengê bihuştê
Dema ku li ser erdê Xakurkê yê mîna bihuştê geriyam, bi têkoşîna bi hezaran lehengan li ser bihosteke axa wê dît.
-
Keyarkên jehrî bû sedema mirinan
Li bajarê Sine û Kirmanşan ên Rojhilat û Îranê 8 kes ji ber xwarina keyarkên jehrî jiyana xwe ji dest dane, bi sedan kes jî tên dermankirin.