Hevseroka Rêxistina BDP’ê Zubeyde Zumrut, bang li gelê Amedê kir ku tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan bibin û wiha got: “Enceq berxwedana gelê me dikare van daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bide qebûlkirin. Divê her kes derdora xwe an jî ciranên xwe jî tevlî vê çalakiyê bike. Ev qêrîn, qêrîna me hemuyan e. Ev qêrîn, qêrîna milyonan e. Eger em xwedî li vê qêrînê dernekevin se, bila baş bê zanîn ku ev êş û zulma AKP’ê ya li ser gelê kurd bidawî nabe.”
Li gel ku greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’î ket roja 66’emîn, li gorî biryara BDP’ê ya greva birçîbûnê ya 2 rojan, Rêxistina BDP’ê ya Amedê jî ji bo çalakiyê amedekariyên xwe bi dawî kir. Seroka Rêxistina BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut agahiyên derbarê mijarê de bi ANF’ê re parve kir.
Zumrut bi bîr xist ku çalakiyên greva birçîbûnê ketiye roja 66’emîn û wiha pêde çû: “Wekî tê zanîn hevalên me yên di girtigehan de di 12’îlonê de dest bi greva birçîbûnê kirine û ev ketiye roja 66’emîn. Girtiyan ne ji bo şert û mercên girtigehê bên başkirin dest bi grevê kirine. Ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Birêz Abdullah Ocalan û ji bo mafê parastin û perwerdehiya zimanê zikmakî van grevan dest pê kiriye. Çav li rê ye ku heta daxwazên girtiyan bên qebûlkirin jî ev çalakî bidawî nabin. Îro roj 66’emîn e. Bi rastî em hemû di nava fikarê de ne ku tiştek li hevalên me were. Divê her kes êdî guh bide dengê kurdan û bertekên demokratîk bilind bibin.”
BERPIRS HUKÛMET E
Zumrut, destnîşan kir ku ew dê asta çalakiyên xwe bilind bikin û ev tişt lê zêde kir: “Em jî dê asta çalakiyên xwe yên demokratîk her diçe bilind û berfireh bikin. Divê hêj tu tişt nehatiye serê hevalên me ev daxwazên wan bicih bên. Tenê yek cenaze ji girtîgehê derkeve jî berpisyarê wê hikûmete, Erdogan e. Her çiqas divê Erdogan van daxwazên girtiyan bicihbîne jî li şûna vê heqerêt li partiya me û parlamenterên me dike.”
30 SAL IN KURD JI BO VAN DAXWAZAN TÊDIKOŞIN
Zumrut di berdewamê de got ku niha 10 hezar girtiyên Kurd di greva birçîbûnê de ne û wiha domand: “Her wek tê zanîn piştî 5’ê mijdarê vê car 10 girtiyên PKK’yî dest bi greva birçîbûnê kirin. Li gel vê serokwezîr hêj dibêje “Ew şow dikin, blof dikin çi dikin bila bikin” Lê ev daxwazên ku niha çalakgerên greva birçîbûnê aniye ziman, ne daxwazên îro ne. Ev 30 sale gelê kurd ji bo van daxwazan têdikoşe. Loma divê ji bo vê gavên berbiçav bên avêtin. Gelê kurd li benda vê ye.”
ÇARESERÎ BÊYÎ OCALAN NABE
Zumrut, her wiha nêzîkatiya hikûmetê û polîtîkayên têkildarî pirsgirêka kurd jî rexne kir û wiha got: “Gelê kurd bi milyonan li ser vê axê dijî. Eger hêj ev gel nikaribe bi zimanê xwe perwerde bibe, ev eyb ya dewletê ye. Dîsa îro li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîdek giran tê meşandin. Ev rewş nayê qebûlkirin. Hûn jî dizanin pergala Îmraliyê pergala îşkenceyê ye. Ev îşkce jî ne nûye. Ev 14 sale didome. Ev jî ne tê qebûlkirin ne jî li gor mirovahiyê ye. Tu kes nikare vê pergala îşkenceyê biparêze. Milyonan kesî bi îradeya xwe îlan kir ku Birêz Ocalan rêberê wa ye. Pirsgirêka kurd jî bêyî Birêz Ocalan nayê çareserkirin. Divê ev baş bê fêmkirin”
JI BO GELÊ AMEDÊ BANG
Zumrut di axaftina xwe de da zanîn ku ev dê ji bo xwedîderketina li daxwazên girtiyan li Parormanê du rojan çalakiya greva birçîbûnê li dar bixin û ev bang kir: “Ji ber van sedeman me jî wekî BDP’ê ji bo piştgirî bidin grevên birçîbûnê, hem jî boneya xwedî derketina daxwazên girtiyan biryar girt ku bi tevlibûna sedhezaran kesî 2 rojan greva birçîbûnê li dar bixin.
Ev daxwaz daxwazên me hemûyana heta ev daxwaz bên bicihanîn em jî wekî Rêxistina BDP’ê ya Amedê tê berxwedana xwe bidomînin. Em dê 17’ê mijdarê roja şemiyê saet 10.00’an li Parkormanê dest bi greva birçîbûnê bikin. Çalakiya me dê roja yekşemê saet di 16.00’an de bi dawî bibe. Em li bendê ne ku bi sedhezaran kes tevli vê çalakiya me bibin. Ev pêvajoyekî berxwedanê ye. Tenê berxwedana gelê me dikare van daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bide qebûlkirin. Divê her kes derdora xwe an jî ciranên xwe jî tevli vê çalakiyê bike. Ev qêrîn, qêrîna me hemuyane. Ev qêrin, qêrîna milyonan e. Eger em xwedî li vê qêrînê dernekevin se, bila baş bê zanîn ku ev êş û zulma AKP’ê ya li ser gelê kurd bidawî nabe.”