Ziya Pîr: Ya ku diqewime, şanoyeke Qesrê ye

Parlamenterê HDP'ê Ziya Pîr wê li dadgehê hat berdan da xuyakirin, li dijî wan lîstikek şano tê lîstin ku ji aliyê Qesrê ev hatiye nivîsandin.

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr ku duh hate binçavkirin û li Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Nobedar bi şertê kontrolê û qedexeya derketina derveyî welat hat berdan, binçavkirina xwe, hevserokên partiya xwe û hevalên xwe yên parlamenter nirxand.

Pîr diyar kir, ew duh bi şev saet di 02:00 de hatine binçavkirin û tevî Hevserok Selahattîn Demîrtaş birine Midûriyeta Emniyetê ya Amedê, li heman hucreyê hatine bicihkirin. Pîr da zanîn, ku piştre saet di 05:30 de ew bi hev re derxistine Eliyeya Amedê û heta saet 08:00 ê danê sibehê li korîdorên edliyeyê li benda parêzeran mane.

Pîr ragihand, dema Demîrtaş bi parêzerên xwe re hevdîtin dikir, li navçeya Baglarê teqînê rû da û anî ziman, piştî teqînê polîsên li cem wan bûn em tirsiya bûn hem jî agresîf bûbûn. Pîr da xuyakirin, ku di dema teqînê de Sirri Sureyya Onder û Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdag li Şaxê TEM'ê bûn û got, "Dema anîn cem me, ji ber teqînê toz li ser kincê Xanima Fîgen û Sirri Beg hebû. Lê birîndar nebûn. Piştî teqînê, polîsan sixêfên gelekî giran li Onder û Yuksekdag kirin." Pîr destnîşan kir ku moralê hevalên wan baş e.

Pîr diyar kir daxuyaniyên Serokwezîr Bînalî Yildirim û Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag ên li ser binçavkirinan hemû derew in û anî ziman, li dijî wî heta niha ti doz nehatiye vekirin û kaxizeke bangawaziyê jî nehatiye şandin.

Pîr got, "Ez ne li bendê bûm ku di vî warî de durust bin" û wiha dewam kir: "Ya ku li dijî hevserokên me, hevalên min û min tê kirin, lîstikeke şano ye ku li Qesrê hatiye nivîsandin. Ev lîstik li hin edliyeyên Kurdistanê tên lîstin. Weke HDP em ê ji niha û pê ve xebatên xwe xurtir bimeşînin."