Zemîna tifaqên nû- Tayîp Temel

Zemîna tifaqên nû- Tayîp Temel

Rûdanên nû yên li Rojhilata Navîn nîşan didin ku li herêmê Amerîka bi destê şirîkên xwe stratejiya xwe ya nû pêngav bi pêngav bi cih dike. Lê her tişt li gorî dilê wê û hesabên wê nameşe. Projeyên siyasî yên li ser Rojhilata Navîn tên meşandin ji ber ku ne li gorî xwezaya civakê û dîroka wê ne wekî tên plankirin nameşin. Hêzên serdest ew li gorî feyda xwe înşa kirine. Ji ber vê çendê her tim bi dijberiyên civakê dieliqin.

***

Îro li Rojhilata Navîn di xet di nava têkoşîn û şerekî yeman de ne. Li aliyekî eniya Amerîkayê, li aliyê din jî eniya Îranê ya ku di pişt perdeyê de Rûsya jî wê destek dike… Mirov dikare bêje ku Tirkiye û Israîl serkêşiya Eniya Amerîkî dikin û muxalîfên sûnî yên rejîmên heyî aciz û hêzên kurd ên li Başûrê jî di nava wê eniyê de cih digirin. Li hemberî vê berê jî eniya Îranê ya ku di nava xwe de Sûriye, Şiî û Rûsyayê dihewîne, heye. Beşek mezin a Bexdayê jî ligel Îranê ye.

***

Her du alî û enî jî dixwazin kurdan bi giştî bikişînin aliyê xwe. Çiqas Barzanî û Talabanî nêzî Eniya Amerîkî bin jî, kurdên li sê parçeyên din wekî xeteke sêyemîn ser bi xwe radiwestin. Bi taybetî tevgera kurd a siyasî nebûye parçeyekê wan aliyan. Lê ji ber ku hêzeke girîng in ji bo aliyan jî hem cazîb in û hem jî xeternak in. Lewre ji aliyekê ve êrîşên tunekirinê li ser zêde dibin, li aliyê din ve jî îmkan û derfet tifaqên peyda bûne.

***

Ji ber ku rola tevgera siyasî ya kurd û derfetên jê re peyda bûne zorê dide stratejiya Amerîkayê, alozî û pevçûn çiqas bidome dê zirara mezin bigihîje projeya wan a Rojhilata Navîn.

Tisa herîm ezin û xeteraya ji bo xwediyên projeyê tifaqa kurd û şîiyan e. Ku çareserî û aştî pêk neyê, mimkûn e ku kurd bi yekitiya xwe ya neteweyî hemû hesabên li ser wan veguherînin avantajên nû. Li dijî hemû xetereyan derman yekitiyeke tam e.

***

Ji ber ku Amerîka jî ji rola kurdan a jiyanî agahdar e dixwaze demekê ji ya din zûtir Konferansa Neteweyî bicive û hin hesabên xwe li ser wê pêk tîne. Rola ku daye Tirkiyeyê û li hemberî Esad û Şamê bi ser neket.

Lewre ji aliyekê ve mijarê sar dike û li aliyê din jî ji xwe re li xizmetkarên nû digere. Wisa xuya ye kurd nabin xizmetkar, lê ku ew ew neyên nasîn jî bêyî alternatîf nîn in.

Tayyip Temel, Azadiya Welat, Rêveberê berê yê Karên Nivîskî, di Girtîgeha Tîpa D a Amedê ye

Çavkanî: Azadiya Welat