Malbatên Wanê piştî erdhejê li gelek bajaran belav bûn gelek malbat jî çûn Meletiyê. Zarokên ji hêla Waliyê Meletiyê ve li Mala Mamosteyan hatin bicihkirin, hat zanîn ku ev zarok di lokala mamosteyan de û di karên paqijiyê de tên xebitandin.
Parlamenterê BDP’ê yê Wanê Nazmî Gur, ji Wêzîra Polîtîkayê Civakê û Malbatê Fatma Şahîn re û Wezîrê Perwerdehiyê Omer Dînçer re nameyek şand û xwest der barê perpirsiyaran de lêpirsînê bide destpêkirin.
Nameya li Meletiyê ji hêla kesekî ve bi sernivîsa ‘Birêz berpirsyar’ ji parlamenteran re hatiye şandin de ev tişt tê gotin: “Ev zarok ji ber karesatê xwezayî zate baskên wan şkestiye, hê jî bandora malbatên xwe yê di bûyeran de jiyana xwe ji dest dane li ser xwe neavîtine, ev malbatên ku derûniya wane ji ber erdhejê xirab bûye zarokên wan di karên dewetan de tên xebitandin , belavkirina kolayê, paqijîkirin, berdaxên vala û mase paqijkirin, ev hemû karên ku bi zarokên wê bibin pêşeroja me didin kirin wê çiqas wijdanî be? Kîjan feraset van zarokên mêvanin di dema dersê û razanê de dide xebitandin? Ev zarokên di binê ewlehiya dewletê de çawa didin xebitandin, agahiya Waliyê Meletiyê ji vê yekê heye?.”