Yuksekdag peyam da jinan: Berxwedêriya xwe didomînin
Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku hate girtin, slavên xwe li hemû jinan re şand û got: ‘Serbilind û berxwedêr bin’’
Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku hate girtin, slavên xwe li hemû jinan re şand û got: ‘Serbilind û berxwedêr bin’’
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku şevê dî dereng hate binçavkirin û li Amedê bi saetan bi saetan lêpirsîna wê hate kirin, piştre ji hêla dadgehê ve biryara girtina wê hate dayin di parastina dozgeriyê de gotibû, ‘’ ti daxwaz û hêviya min ji we nîn e. Ji ber xebatên min ê siyasî tenê gelê min ê ku ez hilbijartim dikare hesab ji min bipirse’’ û gotibû, ‘’ez ê nebim fîgurê şanoya darizandinê ya Erdogan ku xwedî paşerojeke siyasî ya şîlo ye. Ti daxwaz û hêviya min ji we nîn e. Ji ber xebatên min ên siyasî tenê gelê min ê ku ez hilbijartim dikare lêpirsîne min bike.’’
Yuksekdag piştî ku hate girtin ji jinana re peyam şand, slavên xwe li wan kir û got, ‘Serbilind û berxwedêr bin’’
Yuksekdah a ku hatî girtin, bi rêya balafirê ji Amedê derxistin û dibine girtîgehê.