Yuksekdag: Nebin keyayê qesrê, bibin keyayê gel

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, bi keyayên li Wanê re civiya û nêrînên xwe parve kir. Yuksekdag di axaftina xwe ya li vir de banga 'Nebin keyayê qesrê, bibin keyayê gel' li keyayan kir.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, bi keyayên sê taxên navçeya navendî ya Wanê re civiya. Di civîna li avahiya Vantso de Hevserokê HDP'ê yê Wanê Veysî Dîlekçî û Hevşaredarê Îpekyolû Veysel Keser jî tevî gelek keyayan amade bûn.

Dîlekçî di axaftina vekirinê ya civînê de destnîşan kir, ku ew ê di 1'ê Mijdarê de dersa demokrasiyê bidin AKP'ê.

'LI HEMBERÎ ZEXTÊN SÎXURIYÊ BISEKININ'

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî bal kişand ser civînên Serokkomar Erdogan bi keyayan re dike û banga 'Nebin keyayê qesrê, bibin keyayê gel' li keyayan kir. Yuksekdag diyar kir ku divê keya li dijî polîtîkayên AKP'ê yên sîxurkirinê, bi xurtî bisekinin û got, "Qesreke HDP'ê nîne ku keyayan lê vehewîne. Em serbilindin ku di nava gel de bi keyayan re dicivin. Em dizanin ku dewlet timî gefê li we dixwe. Lê belê divê hûn vê yekê zanibin, ku yên gefê dixwin ti carî cihê xwe di nava gel de nîne. Yên bi me re meşiyan û destek dan me, me ti carî ew di nîvê rê de nehiştin. Nebin keyayê qesrê, bibin keyaye gel. Li hemberî zextên sîxurkirinê bi xurtî bisekinin û pişta xwe her tim bispêrin gel."

Civînê bi beşa pirs û bersivan dewam kir.