Yuksekdag: Li vir civakeke biêş heye lê serê wê bilind e

Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag li Goristana Yeşîlkentê têkildarî komkujiya Dîlokê axivî û wiha got: ‘’Li vir civakeke biêş heye lê serbilind e. Bi van êşan wê nikaribin me têk bibin. Bila kes ji xwe re xweş neke’

Hevserokê HDP’ê Fîgen Yuksekdag, li Goristana Yeşîlkentê ku kesên ku di komkujiya Dîlokê de jiyana xwe ji dest dayîn lê hatin veşartin daxuxyaniyeke çapemeniyê da. Yuksekdag got, ev êrîş ji hêla hêzên tarî ve hatiye kirin ku hemû sînorên mirovahiyê derbas kiriye û wiha pê de çû: ‘’Ji hêla me ve jî teqez e ku ev ji hêla DAIŞ’ê ve pêk hatiye. Heya niha 50 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Ji bo ku kesên ku jiyana xwe dayin rehma xwedê li wan be. Bi hemû hêrsa xwe vê êrîşê şermezar dikim. Em bang li hemû gelên Tirkiyê dikin ku li hemberî vê êrîşa bi nemerdî barîkata mirovahiyê pêk bînin. Civaka Tirkiyê êrîşan bi vî rengî heq nake.’’

Yuksekdag bi berdewamî wiha got:

‘’Piraniya kesên ku mirine zarok in. Li herêmê gotinan stranên bi kurdî, kirina dawetê zêde tê dîtin. Ev êrîş nîşan dide bê ka hêrsa wan hatiye kîjan astê. Li Tirkiyê hêrs tê hînkirin û rêxistinkirin. Di rêxistinkirina vê hêrsê de em nikarin çavê xwe ji berpirsyariya desthilatdariyê re bigirin. Pêkanîna vê êrîşê ya bi destê DAIŞ’ê nîşan dide ku hişyarîdayinên me yên berê di ser guh re hatine avêtin.

Yek ji êrîşa ku di îdîanameya komkujiya 10’ê Cotmehê de diyar bûyî ev bû. Li gel pêkaniyeke wiha bû ku derbasî îdîanameya 10’ê Cotmehê bûbû jî, di tevdîr nehatine standin. Polîtîkayên ewlehîparêz ên desthilatdariya siyasî li hemberî avaniyên ku siyaseta sivîl dikin, tê şixulandin. Lê li hemberî rêxistineke xwînxwar a mîna DAIŞ’ê tevdîrên pêşîlêgir nastînin. Heya niha çend endamê DAIŞ’ê di bin çav de serbest hate berdan? Diyar nekirin. Hişyariya gumanbarê makûl çima ji bo DAIŞ’ê naxebitînin? Vê hêz û derfeta ku bikaribe êrîşan wiha xwînwar bike ji kû dibîne?

Welatiyekî ku hatiye kuştin birîna hemû gelên Tirkiyê ye û kêmasî û şerma desthilatdariya siyasî ye ku pêşî li van êrîşan nagire. Desthilatdariya siyasî ku hêz û derfet di dest de hene divê pêşî li van êrîşan bigire. Hikûmet gavên pêşîlêgir neavêtine.

Ji doh ve em li ser 50 canên xwe yên ku êdî namînini bikevin an em bi ser şalavên du ling ên çapemeniya desthilatdariyê de hêsr bibin êdî em nizanin. Di her komkujiyê de mirî ji hev têne veqetandin, têne dabeşkirin li vî welatî. Bi ser girseyekê de ku hema hema hemû HDP’yî ne ev êrîş pêk tê. Bila kes nebêje sibe ev ê neyê bibîranîn. Kesên ku bi derewan, bi propagandaya qirêjî rastiyê dikujin em ê ji bîr nekin. Kesên ku ji duh ve li Dîlokê amadekariyên provakasyonan dikin wê werin darizandin. Bi salan e ku hewl tê dayin Dîlok bibe bajarê provakasyanan. Duh li ber  Tiba Edlî êrîşeke nîjatperest bi ser malbatan de pêk hat. Ev kîneke çawa ye? Kesê ku kîneke wiha bibîne wê ji mirovbûna wî xilas bibe. Em ê li hemberî vê nefretê ji bo vîna çareseriyê ya gelên me, em ê li ser piyan bimînin.

Li vir civakeke biêş heye lê serbilind e. Ev êş w ême têk nebin. Bila kes ji xwe re xweş neke.