Yuksekdag: Eger ku guhdarî Ocalan bikiriba, hewldana darbeyê pêk nedihat

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, diyar kir ku AKP ya ku piştî belavbûna îtifakên kûr ên li hember Kurdan, vê care jî mûtabakatekî nîjatperestî ya nû ava dike.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, di civîna ku li Mêrsînê ji hêla partiya wan ve hatibû lidarxistin û gelek berdevkên partiyan beşdar bibûn de axivî. Civîna li Salona Konferansê ya Şaredarêya Akdenîzê hat lidarxistin de, parlamenterên HDP Nadir Yildirim û Mehmet Mîr Dengîr Firat û gelek kes beşdar bûn. Yuksekdag li vir axivî û aşkera kir ku HDP bi gel re bûye yek.

'OCALAN GUHDAR BIKIRANA...'

Yuksekdag da zanîn desthilatdarêya siyasî dixwaze bi çek û tundiyê gel bi rêve bibe û wiha axivî: "Kesên gotin 'em neyên wê derbe bên welat' derbe anîn welat. Ev derbe ne nû ye. Di 7'ê Hezîranê de li dijî Tevgera Azadiya Kurd û muzakereyê derbe hat kirin. Tecrîda ji 5'ê Nîsanê vir ve li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, derbeye. Birêz Ocalan ev rewşa îro gelekî baş dîtibû. Heke guh bidana wê rewş nehata vir."

'BI REWŞA AWARTE TI TIŞT ÇARESER NABE'

Yuksekdag bi lêv kir ku îlan kirina Rewşa Awarte  ya li dijî derbeyê wekî çareseriyê dibîne, wê bi Rewşa Awarte tiştekî bi dest nexin û wiha pêde çû: "Bi rêya Rewşa Awarte hemû bajarên kurdan hatin qedexekirin, lê bi serneketin. Ji ber ku daxwazên gel ne şerkirin, aştî anîn e."
Yuksekdag diyar kir ku desthilatdarêya siyasî li dijî gelê kurd bi hin hêzan re hevkarî kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hevkarêya dij kurd piştî salekî wekî derbe li wan vegerêya. Li dijî derbeyê hevkariyeke dij kurd bi nijadperestan re tê avakirin. Di pêvajoyeke wiha de mutabaqatek avakirin û hersê hatin gel hev. Li gel aliyê çaremîn hatin gel hev. Mutabaqateke nijadperest a nû ava dikin. Lê ew ê jî hilweşê. Bi şova li Yenîkapiyê rojê xilas dikin. Lê wê ev zêde nejo wê ji hev belav be."

'CIHÊ KURD LÊ NEBE WÊ HILWEŞÊ'

Yuksekdag destnîşan kir ku di avakirina hevkarêya nû de HDP ji derve hatiye hiştin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dibêjin 'me HDP li derve hişt. HDP harîcî ye.' wê HDP ti carî di nava we de cih negire. Ji bo wê 3 partî hatin gel hev û mutabaqateke nû ava kirin. wê rêya wan li Yenîkapiyê bi dawî bibe. Lê wê rêya me her dem berdewam bike."

Piştî axaftinên Yuksekdag civîn ji çapemeniyê re girtî hat dewamkiri