Yuksekdag: Divê li dijî qirkirinê berxwedan bê bilindkirin

Yuksekdag li konferansa têkildarî Qirkirina Dersîmê de axivî û diyar kir ku ji bo li ser xaka kevnar êrîş, rondik û şîn bi dawî bibin divê berxwedan bê bilindkirin.

Yuksekdag li konferansa têkildarî Qirkirina Dersîmê de axivî û diyar kir ku ji bo li ser xaka kevnar êrîş, rondik û şîn bi dawî bibin divê berxwedan bê bilindkirin.

Şaredariya Dersîmê û Cemîyeta Ji nû ve Avakirina Dersîmê konferansa bi navê "Me ji bîr nekir, bila rûqalî bê kirin û komkujî bê naskirin. Em Dersîmê ji nû ve ava bikin!" li salona Dawetiya ya Dersîmê pêk anî. Li salonê wêneyên kesên di salên 1937-38'an de li Dersîmê hatin qetilkirin hatin daliqandin û find hatin pêxistin. Li ser dikê jî pankarta "Vîrrakerdiş Ne Têriameyîş Tertele bêro Naskerdene Dêrsîmî Newe ra înşa bilerîme" hat daliqandin. Di konferansê de destpêkê Hevşaredara Dersîmê Nurhayat Altûn, li ser rewşa Dersîmê ya çandî û siyasî axivî. Altûn, anî ziman ku wê demê li Dersîmê elewî hatin qetilkirin û ew hişmendî îro li Gezî, Soma, Sur, Cizîr, û gelek cihên din berdewam dikin. Altûn, bang li kesên koçber kirine kir ku dîsa li Dersîmê vegerin.

Rêveberê Cemîyeta ji Nû ve Avakirina Dersîmê Alî Ekber jî beşdarên konferansê silav kir.

'DERSÎM BIRÎNEK NEHATIYE KEWANDIN'

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek jî beşdarî konferansê bû û wiha got: "Ev êşa Dersîmê birînek ku her dem di hundirê me de ye. Birînek ku hêj nehatiye kewandin. Hêj birînek ku hesabê wê nehatiye pirsîn. Divê ji bilî gelê Dersîmê her kes vê yekê zanibe. Kurd êdî bi hevre têdikoşe. Dîrok ji nûve tê nivîsandin. Di vê pêvajoya nivîsandina dirokê de dixwazin me dîsa li derve bihêlin. Li Sûr, Cizîr û gelek perçeyên Kurdistanê komkujî pêk tên.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag ku bi minasebeta salvegera komkujiya li Dersîmê, li gundê Bargînî yê Hozatê beşndarî konferansê bû diyar kir ku dewlet bi vê komkujiya li Dersîmê dixwaze şopa jiyanê li ser vê axê paqij bike û wiha got: "Dixwazin çand û jiyanekê tune bikin. Em li vê axa ku xwestin çand û jiyanê tune bikin dîsa li hev kom bûn. Komkujiya 37-38'an a Dersîmê xizmeta hemû komkujiyê dike. Armanca vê komkujiyê ew bû ku hemû cudahiyan tune bikin. Her komkujî û her polîtîkayên tunekirinê bû sedem ku çavkaniyên berxwedanek xurttir derkeve holê.

'DI DIROKÊ DE EM HER DEM DI NAVA TEKOŞÎNÊ DENE'

Yuksekdag, da zanîn ku li vê axê her dem êş, hêsir, şîn kêm nebûye û xwest êdî ev êş û şîn bi dawî bibe. Yuksekdag, da zanîn ku ji bo dawîlehatina vê êş û şînê pêwiste berxwedana xwe xurttir bikin. Yuksekdag, anî ziman ku wan her dem li dijî komkujiyê di ber xwe daye û xwest hêza têkoşînê xurttir bikin. Yuksekdag, bilêv kir ku wan di dirokê de her dem di ber xwe daye.

'10 MEH IN BI TANK Û TOPAN ÊRÎŞ DIKIN LÊ NIKARIN BI SER BIKEVIN'

Yuksekdag, da zanîn ku di dîrokê de her dem hişmendiya komkujiyê berdewam kiriye û wiha got: "Di ser komkujiya Dersîmê re 78 sal derbas bûn. Îro li Sûr, Nisêbîn, Gever û Şirnexê hêj komkujî didome. 78 sal berê dîsa heman komkujî pêk anîbûn. Kurdan wê demê serî netewand, niha jî serî natewîne. 10 mehin bi artêş, tank û topan êrîş dikin ê nikarin Kurdan têk bibin. Li hemberî berxwedana Kurdan a bi rûmet nikarin serkeftinê bi dest bixin. Li hemberî wan Kurdên ku qet serî natewînin hene. Nikarin ruhê Dersîmê tune bikin. Ew li ser kevneşopiya komkujî, talankirin û avakirinê hatine heta îro. Lê em li ser kevneşopiya Mezopotamya ya avakirinê hatine. Em her dem li dijî zilm û zordariyê têkoşiyane. Em îro ji wan re dibin dert. Em wekî Seyid Riza ji wan re dibin dert û em çong danînin. "