Di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên HDP’ê de Hevserokê DBP’ê Kamûran Yuksek ê li navçeyên Qereçoban û Qereyazî yên Erziromê bi gel re hat gel hev got ku AKP ji ber bi tena xwe nebû desthilatdar şer derxist.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek bi namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê yên Erziromê re li bajêr xebat meşandin. Yuksek ê destpêkê çû navçeya Qereyazî şaredarî ziyaret kir. Piştî vê ziyaretê Yuksek xîtabî bi hezaran kesên li ber şaredariyê kom bibûn kir. Yuksek di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên piştî 7’ê Hezîranê yên li hember bijartiyên Kurd.
Yuksek got: "Azadiya me nêz e. Aştî jî nêz e. Lê pêwîst e em ji van zaliman xelas bibin. Ew destûr nadin em li hev werin. Di mutabaqata Dolmabahçeyê de em hatibûn xala ku şer bi dawî bibe. Paşê Recep Tayyîp Erdogan derket got, ‘Ez vê nas nakim’ û şer da destpêkirin. Ji wê rojê ve li van xakan xwîn dirije.”
Yuksek paşê bi parlamenterên HDP’ê re broşurên danezana HDP’ê ya Dadgeriya Sulh Ceza ya Agirî, bi hinceta ‘xwerêveberî” tê de biryara komkirina wê dabû li welatî û esnafan belav kirin û biryar protesto kirin.