YRK: Peywendiyên me bi yekîneyek a me ya 4 kesî re qut bûye

Navenda Çapemeniya YRK’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li herêma Serdeştê peywendiyên wan bi yekîneyeke wan a ji 4 kesan pêk tê re qut bûye.

Navenda Çapemeniya YRK’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li herêma Serdeştê peywendiyên wan bi yekîneyeke wan a ji 4 kesan pêk tê re qut bûye.

Di daxuyaniya YRK’ê ya li ser agahiyên girtine de hate diyarkirin ku di rojên borî de li herêma Serdeştê şerek qewimiye, lê heta vê gavê têkildarî vê bûyerê agahiyên zelal nehatine destê wan.

Navenda Çapemeniya YRK’ê ragihand ku di rojên borî de têkiliya wan bi yekîneyeke wan a ji 4 gerîlayan pêk tê re qut bûye û wiha dewam kir: “Heta vê gavê me ti agahî ji vê yekîneya xwe negirtine. Dîsa li gorî nûçeyên herêmî îdîa dikin ku li vê herêmê 5 gerîla şehîd ketin e. Lê, nûçeyên bi vî awayî ne rastin û ti bingeha xwe nîne. Em ê piştre têkildarî mijarê agahiyên zelal bi raya giştî re parve bikin.”