YPS: Li Wanê 20 POH hatin kuştin

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir ku di encama çalakiyên yekîneyên YPS û YPS-JIN’ê yên li Wan, herî kêm 20 çeteyên Qesrê hatin kuştin.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir ku ev 3 roj in navçeya Mehsert a Mêrdînê di bin kontrola yekîneyên wan de ne, YPS’ê ragihand ku di 25’ê Tîrmehê de li ketina navenda bajarê Erzînganê yekîneyên wan li hember nuqteyekî polîsan bi çekên navîn û ferdî çalakiyek li dar xistin.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand ku li taxên Xaçort û Şehîd Firat ên navenda Wanê ji 26’ê Tîrmehê ve ji saetên sibehê ve 2 rêyên giştî ji aliyê yekîneyên YPS û YPS-JIN’ê ve hatine kontrolkirin û 5 wesayîtên aîdê dewletê hatine şewitandin. Koordînasyona Giştî ya YPS’ê destnîşan kir ku heman rojê bi alîkariya helîkopteran jî operasyon hatiye destpêkirin û li 6 nuqteyan çeteyên Qesrê xistine kemînê. Di şerê li Wanê de herî kêm 20 çeteyên Qesrê hatine kuştin.

LI WANÊ 2 RÊYÊN BINGEHÎH NATIN KONTROLKIRIN

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê wiha anî ziman: “26’ê Tîrmehê li Taxên Xaçort û Şehîd Firat ên Wanê di saet 10:00’an ve yekîneyên YPS û YPS-JIN’ê 2 rêyên bingehîn xistin bin kontrola xwe de û 5 wesayîtên aîdî dewleta AKP’ê jî şewitandin. Di heman rojê de çeteyên Qesrê bi di saet 10:30’an de bi alîkariya 2 helîkopteran û 2 pêgerên keşfê yên Dron li hember taxê dest bi operesyonê kirine. Li vir di 6 aliyan de çeteyên Qesrê yekîneyên me xistin kemînê û bi çekên ferdî û roketan di navberek kin de bi awayekî xurt hate lêxistin, li ser vê yekê çete bi neçarî paşve kişiyane.

Şerê li vir heta saet 17:00’ê şevê dewam kir. Li vir 6 cenazeyên POH’ê demekî dirêj maye di bin destê yekîneyên me de. Di şerê li vir de 2 panzer hatin îmhakirin û 11 panzer û kepçeyek jî hate derbkirin û bêkêr bûye.

Di çalakî, şer, kemîn û wesayîtên hatî îmharkirin de bi zelalî 20 POH hatine kuştin. Birîndar jî hene lê jimara wan nehate zelalkirin. Di hema demê de dîsa li Taxa Xaçortê jî wesayîtek a bi tîpa Kîrpî hate îmhakirin.

Piştî şer çeteyên Qesrê tax bi ketober dan ber guleyan, di encama guleyên çeteyên Qesrê de xusara madî li gelek avahiyan de derket.

Çeteyên Qesrê demek dirêj bi wesayîtên zirxî tax dorpêç kirin û heta seat 19:00’an paş de vekişiyane.

LI MEHSERTÊ KONTROLKIRIN ZÊDE BÛYE

Li navçeya Mehsert a Merdînê yekîneyên YPS û YPS-JIN’ê di 3 rojên dawî de kontrolkirinê xwe zêde kirine. Di kontrolkirina rêyan de ji gel re civîn tên çêkirin.

Qerqola Herp a ku li navbera Kîlîlî- Nisêbînê de derdora xwe bi hewan bombe kir. Di encama van bombebaranê de bax û baxçeyên gundiyan şewitîne.

DI KETINA ERZÎNGANÊ DE LI HEMBER NUQTEYA POLÎSAN ÇALAKÎ

25’ê Tîrmehê saet 16:25’an di ketina navenda bajarê Erzîganê de yekîneyên me li hember nuqteya polîsan bi çekên navîn û ferdî çalakiyek li dar xistine. Polîsên ku bi wesayîtan tevger dikirin hatin hedefkirin û lê xistin, ev wesayît hatin îmhakirin, 2 polîs hatin kuştin. Yekîneyên me piştre jî komekî polîsan kir hedef û bi çekên ferdî lêxistin û li vir jî 2 polîs hatine kuştin.

Di çalakiyê de bi giştî 4 polîs û wesayîtek hate îmhakirin. Ev çalakî ji aliyê yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Firat ve ji bo bîranîna şehîdên Erzînganê û li dijî tecrîda li ser Rêber Apo hatiye lidarxistin.”