YPS: Li Wanê 20, li Qoser 5 polîs hatin kuştin

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê, ragihand ku di çalakiya duh şev a li Wanê li dar xistin de herî kêm 20 polîs hatine kuştin. YPS’ê diyar kir ku di çalakiya li Qoserê jî li 10’ê Tebaxê de, 5 polîs hatin kuştin.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkildarî çalakiyê ku li Wan, Gever, Silopiya, Qoser, Dersim/Mêzgêr li dar xistin daxuyaniyek da.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkildarî çalakiya dûh şev a li navenda Wanê li dar xistî ev agahî parvekirin:

LI WANÊ 20 POLÎS HATIN KUŞTIN, 20 POLÎS JÎ BIRÎNDAR BÛN

Li Wanê di saet 23:10’ê şevê yekîneyên me li hember Qereqola 2 Nîsan a polîsan a li navanda Wanê çalakiyek li dar xistin. Ev navenda ku mîna navenda operasyonan dihatin bikaranîn, li derdorî wê mala midûrê Emniyetê û malên polîsan hene. Dîsa li derdor Qereqola Nû gelek malên AKP’yîyan hene. Di vê çalakiyê de gelek polîs hatin kuştin û birîndarkirin. Polîsên ku derdor bi ketober dan ber guleyan hinek sivîl qetilkirine. Dixwazin vê bûyerê bavêjin li ser milê me. Çalakiya me li hember navenda operasyonê ya ku nuqteya polîsan bû.

Li gorî agahiyên ku me ji çavakaniyên herêmê girtin 20 polîs hatine kuştin û 20 polîs jî birîndar bûne.

YPS’ê têkildarî çalakiyên xwe yên din jî ev agahî dan:

GEVER

 10’ê Tebaxê di saet 21:00’ê şevê yekîneyên me li hember wesayîtekî zirxî ya bi tîpa Kobara li Taxa Gungor a Geverê çalakiyekî sabotajê lidar xistin. Di çalakiyê de wesayît hate îmhakirin. Tabûra Efeyan cihê herêmê bi çeka A-4 û hewanan bombe kirin. Eesayîta ku hate îmhakirin rakirin balafirgehê. Jimara kuştî û birîndarên dijmin ê ku hatin rakirin nehatin zanîn.

SILOPIYA

15’ê Tebaxê yekîneyên YPS-JIN konvoya polîsan a ku ji Silopiyayê ber bi Gungurê ve diket rê bi çalakiyekî sabotajê ev konvoy dan rawestandin. Di encama çalakiyê de li vir wesayîtek hate îmhakirin û wesayîtên din jî hatin derbkirin. Di vê çalakiyê de jimara kuştî û birîndaran jî nehatin zelalakirin.

QOSER

10’ê Tebaxê di saet 06:30’an ê şevê yekîneyên me li hember otobusa polsan a ku dixwest bikeve TOKI’yê bi wesayîtekî bombe barkirî çalakiyek a sabotajê lidar xistin. Di vê çalakiyê de bi zelalî 5 polîs hatin kuştin û 15 polîs, 5 jê giran û 10 mehmûr birîndar bûn.

DERSIM- MÊZGÊR

15’ê Tebaxê li derdora Girê Kizilcik ê girêdayî Periyê di saet 06:00’an de yekîneyên me li hember kontrayên ku ji beriya niha başdarî operasyona bibûn bi çekên ferdî bi navbera 15 metreyan çalakiyek lidarxistin. Li ser bersivdayîna kontrayan şer derket û kontrayek bi giranî birîndar bû.

Ev kontra bibûn sedema şehîdbûna hevriyekî me.