YPS: Li Nisêbînê herî kêm 34 çeteyên Qesrê hatin kuştin
Di çalakî û şerên li dijî çeteyên Qesrê yên li Nisêbînê de herî kêm 34 çeteyên Qesrê hatin kuştin. YPS’ê diyar kir ku şervanên MLKP’ê jî bi awayekî aktîf tevlî berxwedanê dibin.
Di çalakî û şerên li dijî çeteyên Qesrê yên li Nisêbînê de herî kêm 34 çeteyên Qesrê hatin kuştin. YPS’ê diyar kir ku şervanên MLKP’ê jî bi awayekî aktîf tevlî berxwedanê dibin.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkîldarî encamên çalakî û şerên li Nisêbînê daxuyanî da. YPS’ê wiha got: “Li dijî her şêwe êrîşên çeteyên Qesrê, têkoşîna me ya berxwedana xweparastinê dewam dike û gav bi gav mezin dibe. Şervanên MLKP'ê jî di vê berxwedanê de bi rengekî aktîf cih digirin.”
YPS’ê têkîldarî şerên li Nisêbînê ev detay parve kirin:
“Roja 30'ê Nîsanê li taxa Şehîd Gelhat saet di 07:00 de, li dijî çeteyên qesrê yên hewl dan bikevin nava taxê, yekîneyên me çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de tîmekî taybet ê jendermeyan hat kuştin. Her wiha çeteyên di nava tevgerê de bûn, bûn hedefa yekîneyên me. Di encamê de 2 tîmên taybet ên jendermeyan hatin kuştin. Heman rojê saet di 17:00 de yekîneyên me derb li tankekê xistin. Vê tanka derb xwar ji neçarî vekişiya. Di heman demê de polîsekî tîmê taybet hat kuştin.
Sibeha 1'ê Gulanê saet di 04:30 de, li ser rêya Çaxçaxê maşîneke zirxî û 10 tîmên taybet ên jendermeyan hedef hatin girtin. Di encama vê çalakiya sabotajê de maşîna zirxî bi temamî rûxiya û gelek JOH hatin kuştin. Her wiha çeteyên qesrê yên hatin destwerdanê jî bûn hedefa derbên xurt û bi qasî hatiye tespîtkirin li vir 5 endamên JOH'ê hatine kuştin. Di encama van çalakiyan de zêdeyî 15 dijmin hatine kuştin. Malzemeyên leşkerî yên li vê derê hatin rakirin ev in: 2 çekên melez û 9 jarjorên wê, 1 debance, 1 mertal, 1 telefon, 2 dûrbînên şevê.
Ev çalakî ji bo bîranîna şehîdên me yên li taxa Kanîna bi lehengî li ber xwe dan, hat lidarxistin.
30'ê Nîsanê li taxa Alîka 2 kepçeyên ji bo armancên leşkerî dixebitîn bûn hedefa hêzên me û derb li wan hat xistin. Di vê çalakiyê de ajokarê kepçeyekê hat kuştin. Di çalakiyeke din a li heman cihî de tîmekî taybet ê jendermeyan hat kuştin. Danê nîvro saet di 12:00 de tîmekî taybet ê jendermeyan hewl da kepçeyekê ji taxê derxîne û bû hedefa yekîneyên me. Di encama derba li vir de tîmê taybet ê jendermeyan hat ukştin. Piştî nîvro saet di 14:00 de derb li maşîneke zirxî ya hewl da bikeve taxê hat xistin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ê di vê çalakiyê de nehat zelalkirin.
Roja 30'ê Nîsanê li aliyê Weysîka yê taxa Koçera, 2 tîmên taybet ên jendermeyan hatin kuştin. Danê nîvro yê heman rojê, li kolana Kordonê dema kepçeyekê hewl dida bikeve nava taxê bû hedefa çalakiyeke sabotajê. Di encamê de kepçe bi temamî îmha bû û çeteyek hat kuştin.
Di 1'ê Gulanê de li taxa Şehîd Gelhat, li dijî çeteyên qesrê yên li avahiyekê bi cih bûbûn, yekîneyeke me ya li ser rêya ÇaxçaxAê bi çekên ferdî çalakiyek pêk anî. Li vê derê tîmekî taybet ê jendermeyan hat kuştin. Piştre di çalakiya sabotajê ya li hemberî avahiyê de 3 tîmên taybet ên jendermeyan hatin kuştin.
Roja 1'ê Gulanê, li kolana Kordon a taxa Koçera, yekîneyeke me ya berxwedanê xwe berda nava komeke ji çeteyên qesrê yên li hewşa malekê û ji cihekî nêz derbên bi bandor li çetyan da. Di encamê de 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.
Duh danê nîvro, li aliyê Weysîka tîmekî taybet ê jendermeyan ê B-7 bi kar danîn hat kuştin. Di heman demê de çeteyekî din hat kuştin.
Nasnameya endamê me yê di şerê li Çaxçaxê de şehîd ket bi vî rengî ye:
Nasnav: Îsa Avesta / Nav paşnav. Welat Cengîz / Navên dayik û bav: Amber-Îbrahîm / Dem û cihê ji dayik bûnê: 1996 Wan
Şehîd Îsa Avesta bi tevlîbûna xwe ya çalak, yek ji hevalên me yên ji berxwedanê re pêşengiyê dikin bû."