YPS: Li Bazîdê polîsek û 2 leşker hatin kuştin

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê da xuyakirin, ku di çalakiyên wan ên li Bazîdê de polîsek û 2 leşker hatine kuştin.

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê da xuyakirin, ku di çalakiyên wan ên li Bazîdê de polîsek û 2 leşker hatine kuştin.

Di daxuyaniya Koordînasyonê de ev agahî hatin dayîn:

"Roja 14'ê Tebaxê, li navenda Bazîdê hêzên me saet di 20.40 de li 2 polîsên li Emniyeta 'Têkoşîna li dijî Terorê' ya Bazîdê xistin. Di vê çalakiyê de polîsek hat kuştin, polîsek jî bi giranî birîndar bû.
Roja 18'ê Tebaxê saet di 22:30 de, li hemberî leşkerên li ber Girtîgeha Bazîdê nobed digirin, çalakiyeke bi roketan pêk anîn. Li vir jî 2 leşker hatin kuştin."