YPS’ê têkildarî çalakiya Wanê daxuyanî da
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir, di çalakiya Wanê de, ya 17’ê Tebaxê a bi ser qereqola polîsan de bi dehan polîs hatine kuştin, 2 sivîl jî ji hêla polîsan ve hatine kuştin.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir, di çalakiya Wanê de, ya 17’ê Tebaxê a bi ser qereqola polîsan de bi dehan polîs hatine kuştin, 2 sivîl jî ji hêla polîsan ve hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de nasnameya endameke YPS-JIN ku li Geverê jiyana xwe ji dest dayî hate dayin.
WAN
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê ev agahî dan:
17’ê Tebaxê li Wanê di çalakiya Qereqola Polêsan a 2 Nîsanê de ji 40’î zêdetir polîs birîndar bûne. Çeteyên qesrê li hemberî çalakiyê qels ketine û hêrsa xwe ji sivîlan derxistine, li sivîlan reşandine û di encamê de 2 sivîl qetil kirine.
16’ê Tebaxê saet 15.00’an li taxa Sulu ya Erdîşê yekîneyên me stesyonên bazê yên Turkcell û Vodafonê şewitandin.
GEVER
Li Geverê yekîneyên me dema ku diçûne ser peywira xwe şer derketiye û di şer de hevala me Viyan Arjîn şehîd ketiye.
Agahiyên endama yên YPS-JIN wiha ne:
Viyan Arjîn
Leyla Gurbuz
Navê Dê-Bav: Fîdan–Osman
Amed