YPS: 29 çeteyên Qesrê hatin kuştin

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir ku li hemberî êrîşan berxwedana xweparastinê bi berfirehî dewam dike, da xuyakirin ku li Nisêbîn, Şirnex û Wanê 29 tîmên taybet hatine kuştin.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir ku li dijî çeteyên Qesrê berxwedana xweparastinê bi berfirehî didome. Her wiha da xuyakirin ku di vê berxwedanê de şervanên MLKP’ê jî bi awayekî aktîf cih digirin.

Di daxuyaniyê de têkîldarî şer û çalakiyên li Nisêbîn, Şirnex û Wanê agahiyên bi detay hatin parvekirin.

Di daxuyaniya YPS’ê de hat eşkerekirin ku li Nisêbînê 1, li Şirnexê 15, li Wanê jî 13 tîmên taybet hatine kuştin.

YPS’ê nasnameya şervanekî YPS’ê yê li Şirnexê jiyana xwe ji dest daye jî eşkere kir.

Di daxuyaniya Koordînasyona Giştî ya YPS’ê de ev detay cih girtin:

NISÊBÎN

29’ê Nîsanê saet 22.00’an di çalakiya li derdora taxa Weysîkayê tîmekî taybet ê polîsan hate kuştin.

Çeteyên Qesrê li dijî taxên Koçera, Alîka, Şehîd Gelhat û Çaxçaxê ku nikarin berxwedanê bişkînin û bikevinê, bomberdûmanek dijwar pêk tînin û gaza fosforê bi kar tînin.

ŞIRNEX

26’ê Nîsanê dema çeteyan xwestin li Taxa Îsmet Paşayê bikevin 2 malan ji aliyê yekîneyên me ve hatin dorpêçkirin. Piştî şerên heta danê êvarî, anonsa teslîm bibin li çeteyên Qesrê hatin kirin, lê bê bersiv ma. Di çalakiya li vir a bi roket, bombe û çekên ferdî de 8 tîmên taybet ên polîsan hatin kuştin. Cenazeyên çeteyên Qesrê heta derengê êvarî di kontrola yekîneyên me de mane, tevahî amûrên leşkerî yên li ser leşkeran hatin desteserkirin. Di heman êvarê de çeteyên Qesrê ji bo cenazeyan wergirin bombeyên gazê bi kar anîne û bi vî şiklî cenaze wergirtine.

Li Qada Cûmhûriyetê jî dema wesayîteke zirxî ya Kîrpî û leşker bi cih dibûn ji aliyê yekîneyên me bi çekên giran çalakî hate lidarxistin û li vir tîmekî taybet ê jendermeyan hate kuştin. Li heman cihî dema wesayîteke zirxî ya Kobra ji bo mudaxeleyê hat, bi çekên giran hate hedefgirtin û ajokarê wê hate kuştin.

Dema wesayîteke zirxî ya Kobrayê hewl da bikeve Taxa Gazîpaşayê bi çekên giran hate hedefgirtin, di vê çalakiyê de wesayîta ku derb xwariye neçar ma vekişe. Li heman taxê, dema çeteyan hewl dan bikevin malekê, wexta 3 tîmên taybet ên jendermeyan deriyê malê şkandin hatin hedefgirtin û her 3 çete jî hatin kuştin.

27’ê Nîsanê li Taxa Îsmetpaşayê di 3 çalakiyan de 3 polîsên tîmên taybet hatine kuştin. 3 caran çeteyan bi dizî hewl dane bikevin taxê, her 3 caran jî derb xwarine û bêencam vekişiyane. Hejmara çeteyên mirî yên Qesrê ku hewl didan bi dizî bikevin taxê nehatin zelalkirin.

Li Taxa Cûmhûriyetê 3 roj in şerên dijwar diqewimin. Detayên şerên qewimîne wê piştre bêne ragihandin.

WAN

25’ê Nîsanê saet 23.30’an li Taxa Karşiyaka ya navçeya Îpekyolûyê destpêkê yekîneyên me li hember wesayîta zirxî ya çeteyan çalakiyek sabotajê li dar xistin, piştî teqînê jî bi roketan çalakî dewam kiriye. Di vê çalakiyê de her 3 polîsên tîmên taybet ên çapemeniya şerê taybet wek birîndar dabûn, hatin kuştin.

27’ê Nîsanê danê sibehê saet 03.30’an yekîneyên me li Taxa Xaçort a navçeya Îpekyolûyê li hember wesayîta zirxî ya Akrep bi roketan çalakî li dar xistin. Hejmara çeteyên mirî û birîndar li vir nehatine zelalkirin. Di heman rojê de saet 05.30’an li taxa Xaçortê di navbera yekîneyên me û çeteyên Qesrê de şer qewimiye. Di vî şerê ku yekîneyên me bombeyên dest û çekên ferdî bi kar anîn de gelek çeteyên mirî û birîndar hene. Li gor çavkaniyên herêmî, di vî şerî de herî kêm 4 polîsên tîmên taybet hatine kuştin.

27’ê Nîsanê saet 21.30’an li taxa Hîsar a navçeya Îpekyolûyê dema wesayîteke zirxî ya Kobra ji cadeya Orhan Dogan derbas dibû bi çalakiyek sabotajê ve bi temamî hate îmhakirin. Têkîldarî hejmara çeteyên mirî yên di hundirê wesayîta zirxî ya bi temamî hate îmhakirin de ti agahî nehatin bidestxistin.

Her wiha 18’ê Nîsanê yekîneyên me 2 wesayîtên zirxî hedef girtin û bi zelalî 6 çeteyên Qesrê kuştin.

ENDAMÊ YPS’Ê HAMZE CÛDÎ JIYANA XWE JI DEST DA

19’ê Nîsanê hevalê me Hamza Cûdî (Kadîr Tanit) bi şerekî lehengî şehîd ketiye, wê bîranîna wî bi mezinkirina berxwedanê û serkeftinê zindî bê hiştin.

Kelha Berxwedanê Botan; di dilê Botanê de gundê Gundikremo, ruhê naheje, bi çirûska berxwedanê mezin bûye û agirê azadiyê her tim bilind dibe. Ciwanên Kurdistanê yên li singa Botanê mezin bûne, bi vê çirûskê ve bi gûrkirina agirê berxwedanê yê di dilê xwe de hêrsa xwe di dijmin de vala dike.

Hevalê Hamza, ku bi vî ruhî mezin bû, di salên herî dijwar ên berxwedanê de bi penabertiyê jiya, tevî hemû zordariyê jî baweriya têkoşînê heta refên berxwedanê di dilê xwe de mezin kir, bi kesayeta xwe ya kamil û dilnizm ve bi fedakariyek mezin li dijî dijmin şer kiriye. Ji bo meşa li ser şopa apê xwe Şehît Hamzayan ê di refên têkoşîna azadiya Kurdistanê de sond xwariye û bûye xwedî biryarek ewqas mezin ku di vê oxirê de canê xwe feda kiriye.

Hevalê Hamza (Kadîr) ku bû sembola meşeke lehengî û girêdanê, 19’ê Nîsanê di şer bi çeteyên Qesrê re bi berxwedanek mezin şer kiriye û di encama vê lehengiyê de gihiştiye şehadetê.

Hamza Cûdî / Kadîr Tanit / Dayik: Helya – Bav: Haci / Cihê Jidayikbûnê: Gundıkremo / Şehadet: 19’ê Nîsanê- Şirnex