YPG: Yên bi DAIŞ û rejîmê re tevdigerin dixwazin şer bikin
YPG'ê êrîşên çeteyan ên li Helebê li dijî sivîlan şermezar kir. Di daxuyaniya YPG'ê de hat gotin, "Em naxwazin li dijî artêşa azad şer bikin û xwîna bira birijînin."
YPG'ê êrîşên çeteyan ên li Helebê li dijî sivîlan şermezar kir. Di daxuyaniya YPG'ê de hat gotin, "Em naxwazin li dijî artêşa azad şer bikin û xwîna bira birijînin."
Fermandariya YPG'ê ya Helebê, der barê êrîşên komên çete yên li hemberî sivîlên li taxa Şêxmeqsûd a li Helebê de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Destpêkê em hemû şehîdên şoreşa Sûriye ya pîroz bibîr tînin, azadiyê ji girtiyên xwe re dixwazin û ji bo birîndaran jî şîfaya lezgîn hêvî dikin.
Wekî Yekîneyên Parastina Gel li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê em bi tundî kiryarên çeteyên El-Nûsra, Ehrar El-Şam, Tûgaya Sûltan Mûrad û Tevgera Nûreddîn El-Zenkî ku îstîxbaratên dewleta Tirk ên Erdogan li pey wan disekinin û piştgiriya wan dikin, şermezar dikin. Van çeteyan ambargo danîn ser taxê û tax dane ber topan. Çete welatiyên sivîl armanc digirin û dixwazin welatiyan bi vê ambargoyê fetisînin.
Em û birayên xwe Artêşa Azad ji destpêka şoreşa Sûriye ya pîroz ve em di yek xendekê de li dijî rejîma El-Baas û çeteyên wê El-Nûsra û hevkarên wê disekinîn.
Em ê heta serketinê û heta dawî lêanîna rejîma desthilatdar li ser soza ku me daye gelê xwe bimînin. Em ê hemû xaka Sûriyeyê ji gemara van çeteyan paqij bikin. Em careke din dixwazin diyar bikin ku em naxwazin şer birayên xwe yên Artêşa Azad bikin, eger di navbera me û wan de şerek derkeve, wê ev bikeve xizmeta rejîma El-Baas. Di dema niha de aliyên ku dixwazin şer bikin bi DAIŞ û rejîmê re ne.
Birayên me yên Cebhet El-Şamiye bi daxwazeke fermî ya fermandariya Cebhet El-Şamiye ji taxê derketine. Me piştî ku ew derketin nuqteyên wan girtin da ku rejîm derbasî nebe."