YPG: Rejîma Baasê ya bêçare hewl dide bi zimanê dewleta Tirk baxive

Fermandariya Giştî ya YPG'ê diyar kir ku hêzên rejîmê mijûlbûna şervanên wan ên li çeperên herêmên Şedadê û Minbicê ji xwe re bi kar anîn, dijberiya xwe danî holê û got; “Em ti carî qebûl nakin ku ev yek bêbersiv derbas bibe.”

Fermandariya Giştî ya Hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku çawa ku wan herêm ji çeteyên DAIŞ’ê û Nûsra rizgar kirin ew ê herêmê ji êrîşên rejîmê jî biparêzin. YPG’ê bang li  hemû pêkhateyan kir ku li dora hêzên YPG/YPJ’ê, Asayîş û HPC’ê yên parastina wan dikin, kom bibin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî rewşa Hesekê û êrîşên ku didomin, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG’ê wiha ye:

“Rejîma Baas a bêçare hewl dide ku rastiyê ji rê derxîne û bi zimanî dewleta Tirk baxive. Vê yekê jî bi riya tewanbarkirina me bi girêdana bi aliyên din ên Kurdistanî re, dike. Tevî ku dizane em serbixwe ne û ti girêdana me bi tu kesî re tuneye, dîsa jî vê yekê dike.

Di dema hewldana çeteyan DAIŞ’ê ya bidestxistina bajarê Hesekê, hêzên rejîmê û hêzên girêdayî wê, roleke mezin di teslîmkirina bajar û gundewarê wî ji çeteyan re lîstin. Tevahiya gelê Hesekê jî şahidên vê sûcê rejîmê û komên wê yên çete ne.

Di wê demê de tenê hêzên me li dijî çeteyan sekinîn, ew ji bajar bi dûr xistin û ewlehiya gelên sivîl parast. Ev yek jî bi saya xwîna bi dehan hevalên me yên şehîd ku ji bo parastina ewlehiya herêmê canê xwe feda kirin pêk hat. Ji ber ev yek erka me ye, em ti carî rê nadin ti kes pê bilîze.

Di dema ku hêzên me li çeprên pêş bi şerê li hemberî çeteyan re mijûl dibûn hêzên rejîmê û komên girêdayî wê ev rewş ji xwe re bi kar anîn û hewl dan ku ewlehiya li bajarê Hesekê têk bibin û fîtneyê di navbera pêkhateyên wê de derxîne. Vê yekê jî li gorî berjewendiyên hêzên herêmî dike.

Hêzên rejîmê bi rengekî xayinane herêmên ku sivîl tê de ne, nuqteyên me ku di nava wan de navendên hêzên me yên perwerdeyê ku ti erkên wan ên şer nînin, buroyên rêxistinî û dadgehên sivîl, jî hedef girtin. Hêzên rejîmê di roja yekemîn de li 11 hedefên sivîl dan. Her wiha bi balafiran û topên hawanê herêmên sivîlan bi rengekî bêserûber hedef girtin. Di encama van êrîşan de, bi sedan sivîl birîndar û şehîd bûn. Her wiha malên sivîlan jî bi ser serê wan de hilweşiyan.

Hêzên rejîmê her wiha mijûlbûna hêzên me ya li çeperên herêmên Şedadê û Minbicê, ji xwe re bi kar anîn û rûyê xwe yê rast û dijberiya xwe ya li hemberî pêkhateyên herêmê derxist holê. Lê belê em ti carî qebûl nakin ku ev yek bêbersiv derbas bibe. Em bang li hemû hêzên aktîv ên herêmê dikin ku helwesta xwe ya li  hemberî van kiryarên rejîmê nîşan bidin.

Em weke şervanên YPG’ê çawa ku me herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê û Nûsra rizgar kir em ê herêmê ji terora rejîmê jî biparêzin.

Eger em weke hêzên YPG’ê heta niha û tevî hemû zextên rejîmê û tehrîkên wî yên dijminane yên ku gelek caran li hember me û gelê herêmê dubare bûn, me paşguh kirin û me bersivên tund nedan, ev yek ji bo parastina sivîlan û şerê me yên li hemberî DAIŞ’ê bû.

Lê belê kiryarên rejîmê gihiştin asteke ku em êdî nikarin, li hember wê bêdeng bimînin.

Em weke Hêzên YPG’ê em bang li hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Sûryan û Ermen yên gelê xwe dikin ku li dora hêzên xwe yên YPG/YPJ’ê, Asayîş û HPC’ê yên rewa kom bibin û li hemû herêman li hemberî êrîşên terorîstane rawestin.”