YPG: Li Kobanê û Hesekê 41 çete hatin kuştin
Di operasyonên roja 154. ên paqijkirina Kobanê de, çend gund hatin azadkirin û 24 çete hatin kuştin. Li Hesekê jî di encama çalakiyên bi bandor ên YPG/YPJ'ê de 17 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Di operasyonên roja 154. ên paqijkirina Kobanê de, çend gund hatin azadkirin û 24 çete hatin kuştin. Li Hesekê jî di encama çalakiyên bi bandor ên YPG/YPJ'ê de 17 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Di operasyonên roja 154. ên paqijkirina Kobanê de, çend gund hatin azadkirin û 24 çete hatin kuştin. Li Hesekê jî di encama çalakiyên bi bandor ên YPG/YPJ'ê de 17 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di pevçûnên duh bi şev ên li Kobanê û Hesekê de derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê hatine xistin û ev agahî bi raya giştî re parve kir:
DI AZADKIRINA GUNDÊ XWEYDANÊ DE 11 ÇETE HATIN KUŞTIN
"Hêzên me duh danê êvarê bi armanca azadkirina gundê Xweydanê yê li rojhilatê Kobanê operasyonek lidar xistin. Hêzên me piştî pevçûnên dijwar gund ji dagirkeriya terorîstan xilas kirin û derbên giran li terorîstan xistin. Di operasyonê de 11 terorîst hat kuştin. Hêzên me tevî 5 termên terorîstan dest danîn li ser 6 kleş, 23 şerjor û 1.000 fîşekên kleşê, 1 roketavêja B7, 2 Bruno, 1.000 fîşekên BKC û 2 bêtel.
LI ENIYA ROJAVA GUNDÊ CIBNÊ HAT AZADKIRIN
Şevê din li hember gundê Cibnê yê li rojavayê Kobanê operasyonek hat lidarxistin. Gundê ku di bin dagirkeriya terorîstên DAIŞ'ê de bû di demeke kin de hat azadkirin. Di operasyonê de kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin. Hêzên me di navbera gundê Cibnê û Beyadê de dest danîn li ser 1 treks, 1 loder û 1 bager.
LI GIRÊ SÊVÊ 13 ÇETE HATIN KUŞTIN, ÇETEYEK BI SAXÎ HAT GIRTIN
Şervanên me şevê din li hember komên terorîst ên li qada Girê Sêvê xwe bi cihkiribûn operasyonek lidar xistin. Di operasyonê de pevçûnên dijwar qewimîn û 13 terorîst hatin kuştin. Hêzên me terorîstek tevî çek û cebilxane wî bi saxî girtin."
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku di operasyonên 24 saetên dawî rêhevalekî wan jiyana xwe ji dest daye û şervanek jî birîndar bûye.
LI HESEKÊ 17 ÇETE HATIN KUŞTIN
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da zanîn ku duh bi şev li Hesekê jî hêzên YPG/YPJ'ê derbên giran li çeteyan xistin û di vê der barê de ev agahî bi raya giştî re parve kir:
"Di şeva 14'ê Sibatê de li hember komên terorîst ên li Mezraa Ebu Rifat a li qada Xerîta ya giredayî Hesekê êrîşek lidarxistin. Hêzên me bi aweyekî lêz li çeperên terorîstan xistin. Li vir 8 terorîst hatin kuştin.
Şevê din şervanên me li hemberî komeke çeteyan a li nêzî gundê Tiwêna yê giredayî Hesekê êrîşek lidar xistin. Di êrîşê de wesayîteke leşkerî hat rûxandin. Hêzên me terorîstên dixwestin werin qadê jî bi awayekî bandor xistin. Di encama êrîş de 5 terorîst hat kuştin, 1 terorîst jî hat birîndar kirin.
Şevê din hêzên me li gundê Mitefenîa yê girêdayî Hesekê çalakiyek pêk anîn. Di encamê de 4 çete hatin kuştin û 2 çete jî birîndar bûn."