YPG: Li Eşrefiyeyê 3 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, di şerê ji ber êrîşên çeteyan de li taxa Eşrefiye ya Helebê 3 çete hatine kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, di şerê ji ber êrîşên çeteyan de li taxa Eşrefiye ya Helebê 3 çete hatine kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser êrîşên çeteyan ên li herêmên Heleb, Efrîn û Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Êrîşên hevbeş ên komên çeteyên di bin banê koalîsyona Suriyê de tevdigerin wekî Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13., Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ên li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dikin."
LI EŞREFIYEYÊ 3 ÇETE HATIN KUŞTIN
YPG'ê diyar kir, komên çeteyan heta derengiya şeva 4'ê Gulanê bi topên hawan û cehenemê taxa Şêx Meqsûd bombebaran kirin û ev agahî da: "Hemû êrîşên çeteyan ên hemwext, ku ji bo ketina nava taxa Şêx Meqsûd ji herêmên Seken Şebab û Eşrefiyê hatin kirin, ji aliye hêzên me ve hatin şikandin. Di şerê li herêma Eşrefiyê de maşînekî doçka ya çeteyan hat derbkirin û qasî hat zelalkirin 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî hat birîndarkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a şerê herêma Seken Şebab nehatiye zelalkirin.
JI BER ÊRÎŞA ÇETEYAN LI HERÊMA EFRÎNÊ SIVÎLEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA
Di daxuyaniyê de li ser êrîşên çeteyan ên li herêma Efrîn û Kobanê ev agahî hatin dayîn:
"4'ê Gulanê komên çeteyan li dijî gundê Baflûnê yê girêdayî navçeya Şerawa ya Efrînê êrîşek lidarxistin. Di encama vê êrîşê de hemwelatiyekî me gihişt şehadete û 2 welatiyên din jî birîndar bûn.
Roja 4'ê Gulanê saet 11.00'an de çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîş birin li ser rojhilatê bendava Tişrîn a giredayî Kobanê."