YPG: Êrîşên çeteyên SÛK’ê û arteşa Tirk didomin

YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyên SÛK’ê yên li dijî Efrîn, Halebê û êrîşên artêşa Tirk a li ser xaka Rojava jî bê navber berdewam dike.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî diyar kir ku êrşên çeteyên Koalîsyonan Nîştîmanî ya Sûriyê (SÛK) a li ser gundên Eyn Deqne û Celemê yên girêdayî Cindirês a Erfînê dewam dikin. Her wiha leşkerên artêşa Tirk jî 3 welatî li ser sînor qetil kirin.

Di daxuyaniya YPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:

“Di çarçoveya êrîşan de çeteyan şeva 4’ê Kanûnê bi topên hawanan êrîş birin li ser gundên Eyn Deqnê û Celemê yên giredayî navçeya Cindirêsê ya giredayî Efrînê.

Çeteyan heman rojê bi topên hewanan êrîş birin Şera 20 û Taxa Eşrefiyê ya Halebê. Bi awayekî hemwext çeteyan êrîşî milê Saxûr jî kirin. Di encama şerê milê Saxûr de qasî hat zelal kirin 2 çete hatin kuştin.”

ÊRÎŞÊN ARTEŞA TIRK A LI DIJÎ ROJAVA BERDEWAM DIKE

Arteşa Tirk beriya 2 rojan li ser xeta sînor a Dirbesiyê de 3 sivîl ku nêzî telên sînorê bibûn girtin. Îro sibehê li heman herêmê hêzên me yên sînor cenazeyê her 3 welatiyan ditîn. Li gor lêkolînên destpêke diyar dibe ku her 3 welatî jî hatine înfaz kirin.”