YPG: Em bi awayekî aktîf beşdarî operasyona Tirba Silêman Şah bûn

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, der barê operasyona artêşa Tirk a li Tirba Silêman Şah de daxuyaniyek da û got, "Ev operasyon bi agahiya Fermandariya me ya YPG'ê û bi beşdariya hêzên YPG'ê yên Kobanê pêk hatiye."

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, der barê operasyona artêşa Tirk a li Tirba Silêman Şah de daxuyaniyek da û got, "Ev operasyon bi agahiya Fermandariya me ya YPG'ê û bi beşdariya hêzên YPG'ê yên Kobanê pêk hatiye."

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, der barê operasyona artêşa Tirk a duh êvarê li Tirba Silêman Şah pêk anî de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi vî rengî ye:

"Bi beşdariya maşînên zirxî û leşkerên artêşa Tirk re, duh bi şev li Tirba Silêman Şah operasyonek hatiye lidarxistin. Ev operasyon bi agahiya Fermandariya me ya YPG'ê û bi beşdariya hêzên YPG'ê yên Kobanê pêk hatiye. Fermandariya me, daxwaza dewleta Tirk û xwesteka hêzên koalîsyonê nirxand, ev operasyona ku aliyê wê yê însanî derdikeve pêş bi guman nedît û operasyon erê kir. 

Li dû nîqaşên 4 rojan ên di navbera hevalên me yên erkdar ên ji aliyê Fermandariya me ya Kobanê ve hatin diyarkirin û rayedarên dewleta Tirk de, plana operasyonê hatiye zelalkirin. Di vê çarçoveyê de, duh bi şev saet di 21:00 de, maşînên zirxî û hejmarek diyar a ji leşkerên artêşa Tİrk ji deriyê sînor ê Murşîtpinarê ketine nava sînorên Kantona Kobanê. Artêşa Tirk, di rêya berê hatibû diyarkirin de, li gel maşînên hêzên me bi pêş ve çû û xwe gihand Tirba Silêman Şah. Hêzên me yên di mewzîkirin û îkmalkirina leşkerên Tirk ên li qadên di bin kontrola hêzên me de wezîfedar bûn, ev wezîfeya xwe di dema vekişînê de jî bêkêmasî bicih anîn.

Operasyona ku hêzên me bi awayekî aktîf tê de cih girt, bi awayekî serketî bi dawî bûye."