YPG’ê nasnameyên 3 şervanên xwe yên li Şêx Meqsudê jiyan xwe ji dest dane eşkere kir
YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 şervanên YPG/YPJ’ê ku di berxwedana Taxa Şêx Meqsûdê de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 şervanên YPG/YPJ’ê ku di berxwedana Taxa Şêx Meqsûdê de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 şervanên YPG/YPJ’ê ku di berxwedana Taxa Şêx Meqsûdê de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û nasnameyên 3 şervanan eşkere kir. Di daxuyaniya YPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:
“Êrîşên çeteyên girêdayî Koalîsyona Sûriyeyê, li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê û derdora Kantona Efrînê bi dijwarî dewam dike. Ew kom, bi fermanên dewletên biyanî tevger dikin, 2 jîngehên welatiyên dorpêç kirin û yekrast hedefgirtin, topan li ser mal û milkên wan dibarînin û rojane jin, zarok, kal û pîran qetil dikin. Li dijî van hewldanên kirêt ku hemû ji bo sistkirina îradeya gelên Rojava tên lidarxistin, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di çeperên şer de bi şev û roj cihê xwe digirin, bersiva dijminên devbixwîn didin û hemleyên wan li pey hev dişkînin. Di şerên herî dawî yên li dijî wan êrîşkaran de li Taxa Şêx Meqsûd û li herêma Şehba a girêdayî Kantona Efrînê, 3 hevalên me ku destdirêjiyên çeteyan a li ser nirxên gelê xwe qebûl nekirin û eniya berxwedanê bi canê xwe parastin, di encama şerên sing bi sing de gihiştin mertebeya şehadetê.
Bi navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di şexsê van hevalan em hemû têkoşerên azadiyê bi rêzdari bi bîr tînin. Di serî de malbatên serbilind ên pakrewanan, em ji bo tevahî gelê xwe yê xweragir sersaxiyê dixwazin. Şehîd ronahiya dil û çavên me ne, nirx û pîvanên me ne, bêguman bi zindîkirina bîranînên wan em dikarin bigihîjin serkeftinê.”
Nasnameyên şervanan wiha ne:
Nasnav: Canda Cûdî
Nav û Paşnav: Henîfe Mihemed Elî
Navê Dayik: Zeyneb
Navê Bav: Ehmed
Cihê Jidayikbûnê: Şêrawa, Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Eyn Deqnê, Şehba 02-05-2016
***
Nasnav: Diyar Gap
Nav û Paşnav: Remezan Akgeyîk
Navê Dayikê: Fatîme
Navê Bav: Tofîq
Cihê Jidayikbûnê: Serêkaniyê, Riha
Cih û Dîroka Şehadetê: Şêx Meqsûd, Heleb 02-05-2016
***
Nasnav: Welat Efrîn
Nav û Paşnav: Mesûd Reşîd
Navê Dayikê: Şaziye
Navê Bav: Ebdulrehman
Cihê Jidayikbûnê: Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb, Eşrefiyê 30-04-2016