YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

YPG’ê diyar kir ku di êrîşa çeteyan a 27’ê Nîsanê ya li herêma Bîrad a Efrînê de şervanê wan ê birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

YPG’ê diyar kir ku di êrîşa çeteyan a 27’ê Nîsanê ya li herêma Bîrad a Efrînê de şervanê wan ê birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê wiha ye:

“Di roja 27’ê Nîsana 2016’an de hejmarek zêde ji komên çete bi armanca şikandina îradeya gel û yekîneyên parastinê, bi çekên giran êrîşî Kantona Efrînê kirin. Li hember wan planên şer ku li herêma Birad a girêdayî Efrînê hatibûn destpêkirin, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi pêşengtiya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi dijwarî sekinîn û bi şikandina çalakiyên dijmin nehîştin ku ew armancên xwe pêk bînin.

Di êrîşan de 11 hevrêyên me ku bi lehengî li ber xwe dabûn û singê xwe kiribûn mertalên parastina Efrînê, piştî tomarkirina serkeftinê, di çeperên berxwedanê de şehîd bibûn. Hevalê Demhat (Ciwan Mihemed) di wî şerî de bi giranî birîndar bibû û li nexweşxaneya Efrînê dihat dermankirin, lê tevî hemû hewldanên doktoran nehate rizgarkirin û di 30 Nîsanê de weke rêhevalên xwe gihîşte şehadetê.

Di şexsê heval Demhat, em hemû şehîdên Şoreşa Rojava li Efrînê bi rêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber mezinahiya wan ditewînin. Di serî de malbata şehîdan, em ji bo tevahî gelên Kurdistanê sersaxiyê dixwazin, bila şehîdên me bi dilek aram razên ku soza tolhildanê, soza berdewamiya rêya wan ya pîroz û soza azadiyê di her kêliya bîranîna wan di dilê me de nû dibe.”

Nasnameya şervanê YPG’ê wiha ye:

Nasnav: Demhat Efrîn

Nav û Paşnav: Ciwan Mihemed

Navê Dayikê: Newroz

Navê Bav: Elî

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn 30-04-2016