YPG’ê nasnameya 4 şervanên xwe eşkere kir
YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên şervanên YPG′ê yên ku di berxwedana gundê Xirbit Cihêş û gundê Ebû Erdanî de gihiştibûn şehadetê eşkere kir.
YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên şervanên YPG′ê yên ku di berxwedana gundê Xirbit Cihêş û gundê Ebû Erdanî de gihiştibûn şehadetê eşkere kir.
Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanên xwe yên ku di encama şerê dijwar ê gundên Xîrbet Firat û Ebû Erdanî de gihiştin şehadetê bi raya giştî re parve kir. Her wiha şervana wan Xebat Efrîn jî di encama nexweşiya penceşêrê de gihiştiye şehadetê.
YPG’ê diyar kir ku piştî amadekariyên pêwîst ji bo Pêngava Duyemîn a Xezeba Firatê, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di 10’ê Kanûnê de ji 2 baskan li rojava û bakur-rojavayê Reqayê ketin liv û tevgerê. Heta îro şervanên Xezeba Firatê li gor plannameya ku hatibû dayîn pêşveçûne.
YPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir: “Di 13’yê Kanûnê de di encama rizgarkirina gundê Xirbet Çihêş şerê dijwar rû dan, piştî van şeran QSD’ê gund ji çeteyan rizgar kirin. Hevalê me Abdîn Reqa û Cûma Cûdî yên ku rolek sereke di rizgarkirina gund e girtibûn li ser milê xwe, heta dawiyê şer kirin û giheştin şehadetê.
Hevala me Roza Avêsta jî di encama şerên dijwar ên li gundê Ebu Erdanî bi qehremanî şer kir û 15’yê Kanûna 2016’an de gehîşte Şehadetê. Hevala Roza bi awayekî çalak beşdarî nava Şoreşa Kurdistanê bû û hertim rêya Heqîqetê ji xwe re esas girt û meşiya û heta xala dawiyê ya şehadetê.
Hevalê me Xebat Efrîn 16.04.2016’an di encama nexweşiya Qanserê de gehîşte şehadetê. Heval Xebat Efrîn hezkirina wî li hemberî Şoreşê di asta herî jor de bû, ji ber wê jî nexweşî ji xwe re ne kire asteng û di nava Şoreşê de kar û xebatê xwe da meşandin heta roja gehaştina Şehadetê têkoşîn meşand.
Ji ber xebatên lêkolînê ya zelalkirina nasnameya şehîd Xebat ewqas derengî ket em di serî de ji hevalên xwe yê şehîd, piştre jî malbata wî û dawî de ji hemû gelên xwe lêborîn dixwazin.
Em weke Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ soz didin ku em heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ser doz û şopa şehîdan bimeşin, em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê me yê welatparêz re dixwazin.”
Nasnameya şervanên azadiyê yên ku gihiştine şehadetê wiha ne:
Nasnav: Abdîn Reqa
Nav û Paşnav: Yûnis El-Himêdî
Navê Dayikê: Xedîce
Navê Bav: Ehmed
Cihê Jidayîkbûnê: Reqa
Cih u Dîroka Şehadetê: Reqa -Xirbet Cihêşa/ 13.12.2016
***
Nasnav: Cûma Cûdî
Nav û Paşnav: Ridwan Konûr
Navê Dayikê: Remziya
Navê Bav: Esaed
Cihê Jidayîkbûnê: Silopiya
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa -Xirbet Cihêşa/ 13.12.2016
***
Nasnav: Roza Avêsta
Nav û Paşnav: Bêrîvan Koto
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Muslim
Cihê Jidayîkbûnê: Şam
Cih Û Dîroka Şehadetê: Reqa- Ebu Erdanî/ 16.12.2016
***
Nasnav: Xebat Efrîn
Nav û Paşnav: Mihemed Henan
Navê Dayikê: Neyîma
Navê Bav: Cemîl
Cihê Jidayîkbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn/ 16.04.2016