YPG’ê nasnameya 4 şervanên xwe eşkere kir
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir, dema ku şervanên wan bi hewara Ceyş El-Suwar a li hemberî çeteyên DAIŞ’ê yê li herêma Şehbayê de şer dikirin de diçûn, 4 şervanan jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir, dema ku şervanên wan bi hewara Ceyş El-Suwar a li hemberî çeteyên DAIŞ’ê yê li herêma Şehbayê de şer dikirin de diçûn, 4 şervanan jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 4 şervanên xwe yên ku dema bi hewara Cehş El- Suwar diçûn li herêma Şehbayê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kirin.
Daxuyaniya YPG’ê ya têkildarî mijarê wiha ye:
“13'ê Hezîrana 2016’an di saetên sibehê de li derdora gundê Ehres a herêma Şehbayê, çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê gundê Til Qeraha êrîşî çeperên şervanên Ceyş El-Suwar kirin. Di encama şerên dijwar ku di navbera herêma gundên Til Qeraha û Ehrez de çêbibû hêzên Ceyş El-Suwar daxwaza teqwiyeya lezgîn kirin. Yekîneyek me ya YPG’ê li ser vî esasî û ji bo alîkariya şervanên Ceyş El-Suwar, ji wê herêmê re şervan şandin. Di şerên giran ê ku heta saetên êvarî dewam kirin de şervanên me bi tevbîrên xwe yên di cih de karîbûn êrîşên dijmin bi tevahî pûç bikin û komên êrîşkar şûnde bavêjin. Li nuqteyekî 13 û li cihekî din jî 7 cenazeyên çeteyan hatin desteserkirin, her wiha hejmarek zêde hatine birîndarkirin. 4 hevrêyên me ku di van êrîşan de berxwedanek mezin nîşan dan, bi qehremanî gihîştine şehadetê.
Li ser navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), di serî de malbata ji şehîdan, em ji tevahî gelê Rojava re sersaxiyê dixwazin. Fedakariyên bi vî awayî ku her roj li Rojava çêdibin girêdanbûna me ya bi armancên azad ên şoreşa Rojava re xurtir dike û dihêle ku em gavên bihêztir û qewîmtir bavêjin. Di kesayeta hevalên xwe de em hemû cangoriyên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin û li vir careke din soza şopandina rêya wan nû dikin.”
Nasnameya şervanên YPG’ê yên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Reşo Dêrik
Nav û Paşnav: Delîl Hemo
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn, Navçeya Bilbil / 1988
Navê Dayik: Mulîde
Navê Bav: Ebdulqadir
Dîroka Tevlîbûnê: 2011
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Şehba, Gundê Ehres / 13-06-2016
***
Nasnav: Rodî Efrîn
Nav û Paşnav: Ebdu Torbe
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn, Cindrês / 1998
Navê Dayik: Fatime
Navê Bav: Mistefa
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Şehba, Gundê Ehres / 13-06-2016
***
Nasnav: Serbest Efrîn
Nav û Paşnav: Rêzan Keldedo
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn, Raco / 1993
Navê Dayik: Lim'an
Navê Bav: Ednan
Dîroka Tevlîbûnê: 2014
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Şehba, Gundê Ehres / 13-06-2016
***
Nasnav: Zerdeşt Bilbil
Nav û Paşnav: Ferhad Hebeş
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn, Navçeya Bilbil / 1993
Navê Dayik: Zîzê
Navê Bav: Sebrî
Dîroka Tevlîbûnê: 2011
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Şehba, Gundê Ehres / 13-06-2016