YPG’ê çeteyên li gund tarûmar kirin
Di şerên li gundê Risê yê Girê Spî ku di navbera şervanên YPG`ê û çeteyên DAIŞ`ê de rû dan, çeteyan derbeyên giran xwarin û neçar man ji herêmê birevin.

Hate ragihandin ku îşev saat 20:30’an li gundê Risê yê 17 km dikeve başûr-rojhilatê bajarê Girê Spî, di navbera şervanên YPG`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şer derket.
Hat zanîn ku piştî şervanên YPG`ê komeke çeteyên DAIŞ`ê yên xwe di gund de veşartine û di dibistana gund de bi cih bûne ferq kirine, şervanan hewl dane wan bi saxî bigirin. Lê, çeteyan gule reşandin.Li gund şer qewimîn. Di encama şer de çeteyan derbeyên giran xwarin û tevî birîndarên xwe neçar man ji herêmê birevin.
Piştî ku şer saet derdora 22.35’an bi dawî bûn, şervanan li gund û derdora wê dest bi xebatên lêgerînê kirin.