YPG’ê bîlançoya meha Cotmehê eşkere kir

YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî bîlançoya meha Cotmehê ya êrîşên artêşa Tirk û çeteyên DAIŞ’ê hatin lidarxisin eşekere kirin.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk 17 û çeteyên DAIŞ’ê jî 22 êrîş li dar xistine. Hemû êrîşên dijmin hatine şikandin û dest danîne ser rêjeyekî mezin a cebilxaneyan. 

YPG, bi vî awayî bîlançoya meha Cotmehê rêz kiriye: 

Êrîşên artêşa Tirk: 17

Êrîşên çeteyên DAIŞ: 22

Êrîşên çeteyên Koalîsyona Sûreyê: 12

Çalakî û operasyonên ku hêzên me pêkanî ye: 2

Şerê beşdar bûne: 14

Çalakî, êrîş-operasyon û şerê encamên wê nediyar: 23

Hejmara kuşityên dijmin: 2

Amûr û çekên dijmin yên ku hatiye ruxandin: 2 wesayîtên bombebarkirî

Amûr û çekên dijmin yên ku hatiye destxistin: 1 kleş, 1 rext, 2 rexte teqemeniyê, 6 mayin, çenteke, 4 cîhazên mayinan û motorek

Hêjmara şervanên ku şehîd ketine: 12

YPG’ê di dewam daxuyaniya xwe de ev tişt anîn ziman:

“Di Cotmeha 2016’an de, artêşa Tirk 17 caran sînorê Rojava binpêkiriye û bi çekên giran êrîş pêkaniye. Di van êrîşan de ziyanek mezin gihîştiye welatiyên sivîl.
 Artêşa Tirk ji gundê Kel Hesenîkê ya giredayî Tirbespiyê heta gundê Eyndiwer a girêdayî Dêrikê seranserî xeta sînor bi alavên zirîpoş û wesayîtên zirxî aloziyên xwe dewamkiriye. Di encama wan êrîşan de 2 welatiyên sivîl şehîd û 2 welatiyên din birîndar bûne.

Çeteyên DAIŞ’ê herêma dikeve navbera gundê Ebû Fas û Şedadê guleyên hawan avêtin, guleyên hatin avêtin dûyek spî û bêhnek nexweş derketiye. 
Di vê mehê de Koalîsyona Sûrî 12 caran bi topên hawanan û çekên giran êrîş birin li ser Kantona Efrîn û Taxa Şêx Meqsûd a Helebê. Di encama van êrîşan de 2 welatiyên sivîl şehîd û 8 welatiyên din birîndar bûne

Di Cotmeha 2016'an de, piştî têkçûna êrîşên çeteyên Tirkan û çeteyên DAIŞ′ê yên li ser gundên Um Hoş, Um Qura û Hesiye yên herêmên Şehbayê têk çûn, balafirên Tirk li asîmanê Kantona Efrînê geriyan, navenda navçeya Cindirêsê, gundê Dêr Belût, Mele Xelîl, Hemam yên navçeyê, Meydan Ikbis ê navçeya Raco û Merwaniyê yên navçeya Şiyê, bombebaran kirin. Di encamê de, gelek ziyanên canî û madî gihişt malên welatiyên wan gundan.”