YPG’ê 3 gundên Cezaayê rizgar kir
Di encama çalakiyê de 3 gund hatin rizgarkirin, wesayiteke doçka li ser hatiye rûxandin û gelek terorîst hatin kuştin. Her wiha miqdareke cebilxaneyê jî hate destserkirin.
Di encama çalakiyê de 3 gund hatin rizgarkirin, wesayiteke doçka li ser hatiye rûxandin û gelek terorîst hatin kuştin. Her wiha miqdareke cebilxaneyê jî hate destserkirin.
Hêzên YPG’ê li derdora bajaroka Cezaayê li dijî terorîstên DAIŞ’ê çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de 3 gund hatin rizgarkirin, wesayiteke doçka li ser hatiye rûxandin û gelek terorîst hatin kuştin. Her wiha miqdareke cebilxaneyê jî hate destserkirin.
Hate ragihandin ku îro danê ber êvarê şervanên YPG’ê li derdora bajaroka Cezaayê li dijî terorên DAIŞ’ê çalakiyek li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de gundên Xezaa, Selîma, Temîm û benzînxaneya Selîma ji terorîstan paqij kirine. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin ku di pevçûnên di navbera şervanan û terorîstan de gelek terorîst hatine kuştin û cenazeyê terorîstekî jî di destên şervanên YPG’ê de ye.
Her wiha di heman çalakiyê de wesayiteke doçka li ser hatiye rûxandin û şervanan miqdareke cebilxaneyê jî desteser kiriye.