YPG: Çeteyan li Şêx Meqsûdê 8 sivîl qetil kirin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, ji ber topbarana komên çete yên ser bi 'Koalîsyona Sûriyeyê', li taxa Şêx Meqsûdê 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, ji ber topbarana komên çete yên ser bi 'Koalîsyona Sûriyeyê', li taxa Şêx Meqsûd a Helebê 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, di encama êrîşa komên çete ya saet di 03:00 ê danê vê sibehê de 8 sivîlên li taxa Şêx Meqsûdê jiyana xwe ji dest dane, bi dehan kes jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, çete bi topbarana dijwar malên welatiyan rasterast hedef digirin û ev tobaran hînê dewam dike.