YPG: Çeteyan bi topên cehenem û gazên klorê êrîşî gundê Pîno kirin

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku li ser Taxa Şêx Meqsûd a Helebê êrîşên çeteyan didomin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku li ser Taxa Şêx Meqsûd a Helebê êrîşên çeteyan didomin. Her wiha YPG’ê da xuyakirin ku çeteyan 1’ê Gulanê li hember gundê Pîno yê dikeve bakurê Helebê jî topên cehenemê û gazên klorê bi kar anîne.

Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, destnîşan kir ku êrîşên artêşa Tirk ên li ser xeta sînorê Rojava jî didome.

Di daxuyaniyê de ev hatin gotin:

“Êrîşên hevbeş ên komên çeteyên di bin sêwana koalîsyona Suriyeyê de tevdigerin, wekî Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dike.

1’ê Gulanê çeteyan bi çekên qedexekirî yên wekî gazên klor û topên cehenemê êrîş birin li ser gundê Pîno ya ku dikeve bakurê Helebê. Çeteyan bi awayekî hemwext ji herêmên Eşrefiye, Muselles û Seken Şebab êrîş birin ser Taxa Şêx Meqsûdê, lê ji aliyê hêzên me hatin şikandin. Di şerên li milê Eşrefiyê de maşîneyeke leşkerî ya çeteyan hat derbkirin. Di şerên li van qadan de qasî hatiye zelalkirin 5 çete hatine kuştin, hejmarek zedê çete jî hatine birîndarkirin.

Hevalekî me ku ji bo şikandina êrîşên çeteyan bi fedaî şer dikir gihişt şehadete.

ÇETEYAN ÊRÎŞÎ GUNDÊ ŞÊXLER Û QEREQOZAXÊ KIRIN

1’ê Gulanê saet 10.00-11.00'an çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên başûrê Cerablûsê bi çekên giran 2 êrîşên cuda birin li ser bajaroka Şêxler û gundê Qereqozaxê.

Komên çeteyan heman şevê saet 22.00 û 23.00'an jî bi çekên giran erîş birin li ser bajaroka Şêxler.

1’ê Gulanê saet 09.00-11.00, 17.00-19.00 û 23.30-24.00'an de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran 3 êrîşên cuda birin li ser rojavaybaşûr, rojava û rojhilatê bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.

Êrîşên arteşa Tirk a li ser xeta sînor a Rojava lidardixin berdewam dike. Di çarçoveya van êrîşan de arteşa Tirk 1’ê Gulanê gundê Ziyaret a dikeve rojavayê Kobanê bêserûber gulebaran kiriye. Dîsa arteşa Tirk li gundê Aşmê ya dikeve rojavayê Kobanê, hemwelatiyên me yên sivîl ên li erdê xwe de kar dikirin gulebaran kirin.”