Yildirim: Pêwîstiya me ne bi rêveberiya dîkta, bi xwerêveberiyê heye

Namzetên HDP'ê xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bi berfirehî dewam dikin. Yek ji bajarên ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de dengekî zêde lê hat bidestxistin Wan e. Li Wanê xebateke berfireh heye.

Namzetên HDP'ê xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bi berfirehî dewam dikin. Yek ji bajarên ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de dengekî zêde lê hat bidestxistin Wan e. Li Wanê xebateke berfireh heye.

Namzeta Parlamenteriyê ya Wanê ya HDP'ê Yelîz Zozan Yildirim, pêvajoya hilbijartinê, ragihandina xwerêveberiyan û şoreşa civakî ya têkoşîna jinê ji ANF'ê re vegot.

Li gorî we, ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê û vir ve çi guherî?

Ji aliyê dîroka siyasî ya Tirkiyeyê ve hilbijartinên 7'ê Hezîranê asteke girîng a şikestinê ye. HDP û hemû hêzên demokrasiyê, li hemberî sîstema netewe dewletê ya li Tirkiyeyê ku li ser pênaseya neteweyeke yekperestî, nîjadperestî, mezhebî û zayendîperestî hat avakirin û li hemberî partiyên vê sîstemê, di 7'ê Hezîranê de têkoşîneke mezin meşandin, li dijî her şêwe zext, astengî û bombekirinê serketineke girîng bi dest xist. Serketina ji sedî 13'an û sempatiya ji vê mezintir nîşan da ku li Tirkiyeyê desthilatdariyeke alternatîf a demokratîk pêkan e. Vê rewşê ji bo hêzên demokrasiyê hêvî û firsendên mezin afirand. Ne tenê Tayyîp Erdogan û AKP, hemû rêxistinbûyînên xwe ji rewşa heyî xwedî dikirin, ji neçarî pêwîstî bi ji nû ve bicihkirinê dîtin. Sîstemê bi destê AKP'ê li derve hewl da xwe ji nû ve bixe nava bazarê û rewabûnek navneteweyî werbigire, li hundir jî li hemberî tevgera siyasî ya Kurd û hêzên demokrasiyê bi awayekî vekirî, şerekî dijminane û qirêj da destpêkirin. Bi vî şerî re dixwaze, moralê bi dest bixe û bi vê moralê tevlî hilbijartinên 1'ê Mijdarê bibe.

Yên ku ji nêrîna HDP'ê ya jiyaneke wekhev û bi hev re nîşan da ditirsin, welat veguherandin gola xwînê. Li hemberî van derdoran, wê di 1'ê Mijdarê de aştî qezenc bike.

HDP PARTIYA JINÊ YE

Weke ku tê zanîn, guhertina têkoşîna jinê rê li ber vekir, di 7'ê Hezîranê de bersiva xwe dît û jinan di asteke bilind de cihê xwe li Meclîsê girtin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Guherîna jinê ya di nava guherîna Kurdan a 30 salên dawî de jiya, bi tena serê xwe mijara lêkolînekê ye. Eger di dema pêş de wê civakeke wekhev, demokratîk û ji xwezayê re hurmetê nîşan dide derkeve holê, ne pêkane ku guhertina di nava HDP'ê de, bi taybetî jî ked û fedekariya jin û dayikên Kurd neyên dîtin. Bi awayekî vekirî derket holê, ku li Tirkiye û herêmê pêwîstî bi siyaseteke ku jin bi xwe li ser navê xwe biryarê werdigire, heye. Jinên HDP'yî di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ne tenê li hemberî sîstema siyasî, di heman demê de li dijî bendên bi serdestiya mêr jî, têkoşîneke xurt meşandibûn.

HDP ji destpêkê ve dibêje ew partiyeke jinan e û ev yek bi hejmara wekîlên jin ên şand Parlamentê re di pratîkê de nîşan da û rê da siyaseta Tirkiyeyê. Bi HDP'ê re jin hîn bêhtir di nava siyasetê de xuya bû. Em ne bawerin ku vîna jinê bi xurtî xwe li sindoqê daye der. Girîng e jin ji niha û pê ve hîn bêhtir xwe birêxistin bikin. Em bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziyê têdikoş in û di wê baweriyê de ne ku di nava tevgerên jinên cîhanê de ji vî alî ve em xwedî cihekî taybet in.

HILBIJARTINÊN 1'Ê MIJDARÊ WÊ AQÛBETA 'PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ' ZELAL BIKE

Mijareke din ku bala raya giştî li ser e, pêvajoya çareseriyê ye. Li gorî we wê aqûbeta pêvajoya çareseriyê çawa be, wê dewam bike?

Sedemên rawestandina pêvajoya çareseriyê ji aliyê her kesî ve êdî tê zanîn. Em dizanin ku desthilatdariya heyî hema ji ber xwe ve neketiye nava lêgerînek çareseriyê ji bo pirsgirêka Kurd. Di encama têkoşîna bi salan a tevgera azadiyê ya Kurd de, di mijara çareseriyê de dewlet û desthilatdarî neçar man bikevin nava lêgerînên nû. Çareseriya pirsgirêka Kurd, ya rast ji nû ve birêxistinkirina dewletê, li her qadê avakirina demokrasiyê ye. Lê bele aşkera bû ku desthilatdariya heyî di nava 13 salên desthilatdariya xwe de, ji ber sûcên xwe yên li dijî gel û nelirêtî nikarî vê demokratîkbûyînê pêk bîne. Di pêvajoya çareseriyê de ji aliyêkî ve amadekariyen ji bo şer meşand û xwe gihand heta 7'ê Hezîranê. Piştî ku fêm kir HDP wê weke partî ji bendê derbas bibe, gav bi gav polîtîkayên şer -lê yên gelekî qirêj- xist meriyetê. Û rewşa îro afirand.

Ji bo pêvajoya çareseiryê ji cihê mayî bi lez û bez bimeşe, partiya me bi her awayî fedekariyê dike. Lê belê encamên hilbijartinên 1'ê Mijdarê wê aqûbeta pêvajoya çareseriyê diyartir bike."

DI MIJARÊN KU ME ELEQEDAR DIKE DE DIVÊ EM BIRYARA XWE BIDIN

Yek ji mijarên herî girîng ên rojeva Tirkiyeyê, îlanên xwerêveberiyan ne. Hûn dikarin ji me re qala Xwerêveberiyê bikin?

Cewhera xwerêveberiyê ev e ku biryara em ê jiyana xwe çawa bi rêk û pêk bikin em bi xwe didin. Her tişta me eleqedar dike bi me re, bi erêkirina me tê kirin. Xwerêveberî, şêwazê rêveberiya herî însanî ya tevahiya dîrokê hatiye pêşxistin û mirovan ‘bêriya’ wê kiriye. Dema em jiyana xwe ya civakî bi rêk û pêk dikin, em bi pêdiviyên xwe derdikevin rê, di her qanûna em derdixin armanc wekheviya di navbera mirovan de ye ji bo hêsankirina jiyanê. Pergala ku em neçar kirine di nav de bijîn, li ser navê me li hember me, ji me hatiye dizîn û bi vî awayî hatiye avakirin. Pêwîstiya me ne bi rêveberiya dîkta, bi xwerêveberiya gel heye. 

Ne mimkun e pirsgirêkên komî ser hev bûne ji navendekê, bi qanûn û kiryarên antî demokratîk, ne wekhev û bêyî fikra me bê girtin çareser bibin. Em li her qada jiyanê bi hemû cudatiyan re dixwazin di nav wekhevî û aştiyê de bijîn. Rêya herî adil a em vê bikin jî, modela ‘Tirkiyeya Demokratîk’ e ya li ser esasê xwerêveberiyan a em ê bajar û welatê xwe bi hev re bi rê ve bibin. 

Îlana xwerêveberiyan ji bo welatekî em karibin tê de bijîn avakirina modelê ye. Welatê demokratîk ê wê bê avakirin, ji bo hemû kesên ji vê rejîma veguheriye rejîma dîkta çavkaniya tirsê ye. Daxwaza xwerêveberiyê ku bi tundiyeke nehatiye dîtin tê xwestin bê pelçiqandin rastiya wê jî nîşan dide.

...