Yildirim: Heta ku malbat, şande yan jî parêzer hevdîtinê bikin çalakiya me wê berdewam be

Yildirim têkildarî nûçeyên çapemeniya Tirk ku dibêjin di cejnê de wê Ocalan bi malbata xwe re hevdîtinê bikin got, ‘’Ji bo me rewşeke guherî nîn e, ev nûçe ji bo me tiştekî îfade nake.’’

Wekîlê HDP’ê yê Wanê û çalakgerê girêva birçîbûnê Nadîr Yildirim têkildarî nûçeyên çapemeniya Tirk ku dibêjin di Cejna Qurbanê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bi malbata xwe re hevdîtinê bike daxuyaniye li ser navê çalakgerên girêva birçîbûnê da û wiha got, ‘’Ji hêla me rewşeke guherî nîn e, ev nûçe ji bo me tiştekî îfade nake.’’

Nadr Yildirim diyar kir, ‘’Ji bo ku pir ji me hatiye xwestin em daxuyaniyeke kurt didin’

Yildirim got, nûçeyên têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan ji çapemeniyê şopandiye, weke koma çalakger helwesta wan li gorî daxuyaniya destpêkê ye û wiha pê de çû: ‘’Ji aliyê ve me ti rewşeke cihê nîn e. Ji bo me ev nûçe tiştekî naguherînin. Daxwaz me zelal e. Heya ku ji malbata Ocalan yan jî parêzer an jî şandeyek neçe cem Birêz Ocalan û têkildarî tendirisî û ewlekariya wî rewşa dawî ji me re par ve neke, ev çalakî wê berdewam be. Ji nûçeyên wiha bawer nekin. Hîsên me yên ku 5’ê Îlonê em dijiyan bi heman rengî berdewam dikin û wê berdewam bikin. Gelê me ji bo ku ev 6 roj in weke xelekan xwe bi rêk xistiye, em hurmet û hezkirin xwe diyarî wan dikin.’’

Polîsên Franssyê b idarê zorê girêva birçîbûnê ya bi heman daxwazê belav bike. Em di hizûra we de polîsên Fransayê û hikûmeta wê şermezar dikin.’’

Daxuyanî bi dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “ Bijî Serok Apo” û tilîliyan ve bi dawî bû.

 

...