Yildirim: Berpirsyarê operasyonên qirkirina siyasî AKP ye
Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Yildirim bibîr xist, ku berpirsyarê operasyonên qirkirina siyasî yên di bin navê 'KCK' de tên meşandin AKP ye û got, AKP nikare vê berpirsyariyê bixe stuyê darbekaran û xwe jê xelas bike.
SEDAT SÛR
MÊRDÎN
sêşem, 16 gelawêjê 2016, 07:06
Parlamentear HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim ku ji ber operasyonên qirkirina siyasî yên di bin navê 'operasyonên KCK'ê de hatin meşandin 2 sal û nîvan girtî ma, bal kişand ser hewldanên AKP'ê ku dixwaze berpirsyariya operasyonên qirkirina siyasî, komkujî û pêkanînê li derveyî hiqûqê bixe stuyê darbekaran. Yildirim da xuyakirin, ku ew ê nehêle AKP berpirsyariyar xwe bixe stuyê darbekaran.
'BERPIRSYARÊ OPERASYONÊN QIRKIRINA SIYASÎ AKP YE'
Yildirim da zanîn, di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, ku ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve di bin navê 'KCK'ê de hatin meşandin, di sala 2010'an de ew tevî hevalên xwe hat girtin û hingî wê li Mêrdînê xebatên siyasî demşand. Yildirim bibîr xist, di hilbijartinên sala 2011'an de dema li girtîgehê bû weke parlamenter hatiye hilbijartin û anî ziman, ku tevî ku bû parlamenter jî nehat berdan û du sal û nîvan li girtîgehê parlamenterî kiriye.
Yildirim destnîşan kir, hikûmeta AKP'ê berpirsyarê operasyonên 'KCK', komkujî, şer û gelek pêkanînên antî demokratîk ên li Kurdistan û Tirkiyeyê ye û ragihand, di rewşa heyî de, piştî hewldana darbeyê, AKP hewl dide berpirsyariya xwe bixe stuyê cemaeta Fethûllah Gulen. Yildirim got, "Ji bo mirov cemaeta Gulan a ku îro weke rêxistina terorê FETO tê pênasekirin nas ibkin, divê mirov li AKP'ê binêrin. FETO hevparê berê yê desthilatdariya AKP'ê ye. Û gelek sûc bi hev re kirin. AKP niha hewl dide van hemû sûcên xwe bixe stuyê FETO û bi vî rengî ji nav derkeve."
'BERPIRSYARÊ DARBEYA FETO, AKP YE'
Yildirim diyar kir, piştî ku AKP û FETO ji hev qut bûn, AKP'ê sûcên şer û komkujî dewam kir û got, "AKP a ku Roboskî û operasyonên qirkirina siyasî bi cemaetê er kir, piştre ev komkujiyên xwe li Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Şirnexê dewam kir. Hîn jî didomîne. AKP niha helw dide hemû sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê bi tenê bixe stuyê cemaetê. Bi gotina 'darbekaran kiriye' AKP nikare ji berpirsyariyê xelas bibe."
Parlamenter Yildirim da zanîn, desthilatdariya AKP'ê cemaeta bi navê FETO bi qasî ku karibe darbeyê bike xwedî kiriye û destnîşan kir, berpirsyariya darbeyê jî di stuyê hikûmeta AKP'ê de ye.
'JI BO KURDAN, DEMOKRASÎ JI VIR DERNAKEVE'
Gulser Yildirim bibîr xist, ku şerê desthilatdariyê yê navbera AKP û FETO, li şûna demokrasiyê, rê li ber darbe û dîktatoriyê vekiriye. Yildirim da xuyakirin, ku biryara ragihandina Rewşa Awarte tê wateya darbeya li hemberî darbeyê û destnîşan kir, rewşa heyî ji bo Kurdan û gelên Tirkiyeyê demokrasiyê nîne.
Yildirim binçavkirina dadger û dozgerên operasyonên qirkirina siyasî dimeşandin bibîr xist û got, pêwîste hemû dozên 'KCK'ê bên betalkirin.