BI DÎMEN

Yên ku hatin qetilkirin bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo” ve hatin oxir kirin

Kesên ku di qetlîama Dîlokê de jiyana xwe ji dest dane ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin oxirkirin. Di merasîma der dirûşmên ‘ Bijî Serok Apo’, ‘Kujer Erdogan’ û ‘ Şehîd Namirin’ hatin qîr kirin.

Ji 52 kesên ku di qetlîama Dîlokê de jiyana xwe ji dest dane 42 kes li goristan Yeşîlket bi merasîmekê hatin definkirin. Bi hezaran kes bi dirûşmên “Şehid namirin", "Katil Erdoğan" û "Bijî Serok Apo"qîr kirin.

Di merasîma cenazede hêrsa gel di asta herî jor de bû, di merasîmê de hevserokên HDP, DBP û KCD û Rêveberên KJA û Dayikên Aşiyê jî amade bûn.

Di qetlîamê  de berpirsyariya hikûmeta AKP’ê bal kişand. Serokê Şaredariya Mezin a Dîlokê û hinek wekîlên AKP’yî  bi dirûşmên ‘Kujer Erdogan’ ji merasîmê qewitandin.

Ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin, piştî wecîbeyên olî, darbest bi kesk, sor û zer hatin pêçan û birin goristanê. Li vir cenaze bi dirûşman hatin veşartin.

Piştî merasîmê gel vegeriyan konê sersaxiyê yê ku ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane li navenda navçeya Şahînbey a li Tesîsa Civakî ya Baybahçe yê hatî vedan kirin.

Wê di saet 17:30’an de Hevserokê HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka DBP’ê Sabahat Tûncel û Berdevkê KCD Ertogrûl Kurkçu û parlementerên HDP’ê biçin ziyareta konê sersaxiyê.

 

...