Yekgirtû-Komala Îslamî: Divê hikûmet çareseriyeke berbiçav peyda bike
Li Başûrê Kurdistanê krîza siyasî û aborî dewam dike. Partiyên siyasî mijara, man an jî nemana li nava hikûmetê xistin rojeva xwe.
Li Başûrê Kurdistanê krîza siyasî û aborî dewam dike. Partiyên siyasî mijara, man an jî nemana li nava hikûmetê xistin rojeva xwe.
Yekgirtû Îslamî derketina ji nava hikûmetê xist rojeva xwe û da xuyakirin, ku ew ê tevlî civîna partiyên li nava hikûmetê nebe. Rêveberiya partiya Komala Îslamî jî biryara man an jî nemana li nava hikûmetê ji serokatiya partiyê re hişt.
Rêveberên her du partiyan têkildarî van nîqaşan ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin, armanca wan a bingehîn peydakirina çareseriyekê ji krîza aborî re ye.
DI NAVA KOMALA ÎSLAMÎ DE DU NÊRÎNÊN CUDA HENE
Rêveberiya Partiya Komala Îslamî duh li bajarê Silêmaniyeyê li ser nexşerêya xwe ya ji niha û pê ve li hev civiya û biryara man an jî nemana li nava hikûmetê ji serokatiya partiyê re hişt.
Endamê Meclîsa Serokatiya Komala Îslamî Şivan Raber got, "Civîna me ev mijar xist rojeva xwe û nîqaş kir. Di civîna me de du nêrînên cuda derketin holê" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Beşek jê dibêje, ku vekişîna ji nava hikûmetê wê baş be, lê vê mijarê hê zû dibîne. Beşek jî destnîşan dike, ku pêwîste di vê demê de vekişîn ji hikûmeta herêmê bê kirin. Ev yek weke nêrînekê hatin bilêvkirin, lê biryar li ser nehat dayîn. Ev yek wê di rêveberiya serokatiya Komala de bê nîqaşkirin û dûre biryar li ser bê dayîn."
'YA DIVÊ BÊ KIRIN CIVÎN NÎNE, DAYÎNA MÛÇEYAN E'
Yekgirtû Îslamî jî ku da xuyakirin ew ê tevlî civîna partiyên siyasî yên nava hikûmetê nebe, ev biryara xwe bi gotina "em ê tevlî civînên bê encam nebin" rave kir. Parlamenterê Yekgirtû Îslamî Ebûbekir Omer da zanîn, ku ev saleke partiyên siyasî li hev dicivin, lê belê çareserî ji pirsgirêkan re nedîtine. Omer destnîşan kir, ku ya girîng pratîk e.
Omer ji bo sedema tevlînebûna li civînê got, "Baweriya gel a bi van civînan nemaye. Pêwîste ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel gavên berbiçav werin avêtin û gava destêkê jî dayîna mûçeyan e. Divê hikûmet pêşî li nelirêtiyê û dayîna mûçeyên zêde ji hin kesan re bigire. Me biryar dan ku heta ev neyê kirin tevlî civînên bê encam nebin."