Yekemîn hedefa çeteyên DAÎŞ’ê jin in
Çeteyên DAÎŞ’ê li Minbicê hema hema qira wan hatî, di zilmê de bêsînor in. Dema bi taybet jin hewl didin xwe bigihînin qadên azad, çete guleyan lê direşînin.
Çeteyên DAÎŞ’ê li Minbicê hema hema qira wan hatî, di zilmê de bêsînor in. Dema bi taybet jin hewl didin xwe bigihînin qadên azad, çete guleyan lê direşînin.
Operasyona Minbicê didome, çeteyên DAÎŞ’ê yên li beramberî şervanên azadiyê asteng bûne, zilma xwe zêdetir kirin. Çete tehemul nakin ku êsîrên girtine ji kontrola wan derkevin. Guleyan bi ser sivîlan de direşînin û bi taybet jî li vir jinan dikin hedef.
Li Taxa El Allavenê duh gel ê ku hêzên azadiyê dît, alavên xwe kom kirin û hewl dan birevin. Di vê demê de çeteyên DAÎŞ’ê gule li gel reşand. Piştî vê gulebaranê, jinek bi navê Ûm Ahmet û kurê wê ji çongê xwe birîndar bûn.
HÊZÊN AZADIYÊ HÊVIYÊ DIDE
Um Ahmet û kurê wê yên bi birîndarî dîsa xwe avêtin mala xwe ji hêla hêzên azadiyê tên dermankirin. Hevjînê Ûm Ahmet, Huseyîn jî diyar kir ku dema hatina hêzên azadiyê bihîstine kêfxweş bûne, ji bo rizgariyê firsend dîtine. Ragihand ku dema derketine rê jî çeteyên DAÎŞ’ê li ber deriyên wan hevjîn û kurê wî birîndar kirine.
Di domahiya pêngavê de DAÎŞ’ê zilm li gel kir. Gel ê ku ji vê zilmê bêzar bûye, bi hatina hêzên azadiyê ve ber bi qadên azad ve herikîn. Çeteyên li beramberî vê rewşê bêtehamul jî guleyan bi ser gel de direşînin.