YBŞ: Êrîş hat şikandin, 10 çete hatin kuştin
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê der barê şerê duh ê li Geliyê Şîlo û gundê Medîbanê de daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand, di vî şerî de 10 çete hatin kuştin, hejmarek zêde cebilxane hatin desteserkirin.
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê der barê şerê duh ê li Geliyê Şîlo û gundê Medîbanê de daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand, di vî şerî de 10 çete hatin kuştin, hejmarek zêde cebilxane hatin desteserkirin.
Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê bi daxuyaniyeke nivîskî encama şerê duh ê li Geliyê Şîlo rû dan eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Duh danê sibehê saet di 04:00 de çeteyan ji 4 aliyan bi hêzek mezin û wesayitên zirxî êrîşî çeperên şervanên YBŞ/YJŞ'ê yên Geliyê Şilo (Geliyê Şehîdan) û gundê Medîbanê kirin.
10 ÇETE HATIN KUŞTIN, 8 JÎ BIRÎNDAR BÛN
Li hin eniyan şerekî dijwar di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ'ê de rû da. Şerê dijwar saet di 13.00 ê danê nîvro de bi dawî bû, lê li hin cihan car caran şer qewimî. Li her 4 aliyan hêzên me êrîşên çeteyên DAIŞ’ê şikandin û gelek çeteyan çekên xwe yên ferdî hiştin û reviyan. Bi qasî ku hatiye zelalkirin, di vî şerî de 10 çete hatine kuştin, 8 jî birîndar bûne.
ÇEK Û CEBILXANEYÊN HATIN DESTESERKIRIN
Hêzên me ev çek û cebilxane ji ser çeteyan rakirin: 4 klêş, B-7 û 12 guleyên wê, BKC û tevî zincîrên wê, qernasek û rextê wê, 27 cercûr, 5 bombeyên destan.
Her wiha ev 3 roj in li herêma Şehîd Dilgeş şer heye û van kêliyan jî berdewam dike.
Balafirên kaolisyonê jî gundê Sikênî yê girêdayî Şengalê çeperên çeteyên DAIŞ’ê 2 caran bombebaran kirin. Lê der barê bomberdûmanê û kuştiyên DAIŞ’ê de ti agahiyên zelal ne hatin girtin.
Di van êrîşan û şerê piştre qewimî de, tiştek bi heval û şervanên me nehatine."
Çeteyên DAIŞ'ê roja 11'ê Hezîranê jî ji 6 aliyan ve êrîşî heman herêmê kiribûn û li ser bersiva hêzên YBŞ/YJŞ'ê 18 çete hatibûn kuştin û êrîş hatibû şikandin.