YBŞ'ê PDK hişyar kir
Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê da xuyakirin, ku ciwanên Şengalî û Kurdistanî yên ji bo azadkirina Şengalê tên ji aliyê hêzên asayîşa PDK'ê ve tên girtin û destnîşan kir ku divê rayedarên PDK'ê dawî li van astengiyan bîne.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ji PDK'ê xwest, ku tavilê dest ji astengiyên xwe yên derdixîne pêşiya gelê Şengalê berde.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku helwest û nêzîkatiyên PDK nîşan dide, pêşî li yekîtiya neteweyî digirin û ev xal hat destnîşankirin:
"Di dîroka Kurdistanê de gelê me bi sed salan rastî gelek komkujiyan hat. Gelê me, li dijî gelek gef û hewldanên komkujiyan li ber xwe daye û çand, dîrok û baweriya xwe parastiye. Lê belê ji van komkujiya ya herî mezin di 3'ê Tebaxa 2014'an de ji aliyê terorîstên DAIŞ'ê ve hatiye kirin û ji ber vê komkujiyê gelek kes ji aliyê çeteyan ve hatin qetilkirin, bi deh hezaran ji gelê me ketin ser rêya koçberiyê û xwe vekişandina qalikê xwe. Lê belê li dijî vê hewldana dawî ya komkujiyê jî, Yekîneyên Berxwedana Şengalê ya ji civat û ciwanên me yên Êzidî pêk tê, wezîfeyên xwe yên parastinê pêk anî û pêk tîne. Ji bo pêkanîna azadiya gelê me û Şengalê, gelek ciwanên me yên Êzidî bi armanca bicihanîna wezîfeyên parastinê tevlî Yekîneyên Berxwedana Şengalê bûn û tevlî dibin. Lê belê ciwanên Şengalê yên ji bo pêkanîna azadiya Şengalê û gelê me tên wezîfeya parastinê bicih bînin, ev 4 meh in hatina wan a Şengalê bi hincetên cuda ji aliyê hêzên asayîşê yên PDK'ê ve tê astengkirin. Me ev astengî gelek caran ragihandibû."
'JI NEYÎNIYAN WÊ FERMANDARIYA ME NE BERPIRSYAR BE'
Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê da xuyakirin ku PDK û hêzên asayîşê yên PDK'ê, ciwanên Şengalî û Kurdistanî yên ji bo bicihanîna wezîfeya parastinê hatin, bêyî sedemekê nîşan bidin ew girtin û got, "Ev nêzîkatî ji aliyê Fermandariya me ve gelek caran hatiye rexnekirin û hatiye destnîşankirin ku nêzîkatiyên bi vî rengî zerarê dide yekîtiya neteweyî û zerarê dide Pêngava Azadkirina Şengalê. Li hemberî van pêkanîn û nêzîkatiyên nayên qebûlkirin, gel û ciwanên me nerazî ne. Ji bo azadiya Şengalê, ev nêzîkatî ji aliyê gelê me û Fermandariya me ve nayê pejirandin. Em destnîşan dikin ku divê rayedarên PDK'ê tavilê vê helwestê biterikîne, naxwe wê di nava gel de rê li ber nerazîbûneke mezin veke. Li ser vê bingehê, ji neyîniyeke ji ber encama nerazîbûna gelê me derkeve holê, wê Fermandariya me ne berpirsyar be."