'Ya ku ez pê baş bûm, kenê gerîla ye'
Rêya me digihêje nexweşxaneyeke diranan a li Herêmên Parastinê yên Medyayê. Li vê derê her roj tedawiya bi dehan gerîlayan tê kirin.
Rêya me digihêje nexweşxaneyeke diranan a li Herêmên Parastinê yên Medyayê. Li vê derê her roj tedawiya bi dehan gerîlayan tê kirin.
Rêya me digihêje nexweşxaneyeke diranan a li Herêmên Parastinê yên Medyayê. Gerîlayeke ciwan a rûken me li ber derî pêşwazî dike. Piştî meşa ji neh saetan, ev pêşwaziya bi rûkenî bêhna me vedide. Li ber derî şimikê dide me, ku em pê bikevin hundir.
Li nexweşxaneya diranan, paqijî gelekî hesas û girîng e. Piştî ku em derbasî cihê divê lê rûnên dibin, gerîlaya doktora diranan ji me re ava paqij a ji lutkeyên çiyê diherike tîne. Xebatkarên nexweşxaneyê, ji bo xizmeta ji gerîlayên ji bo tedawiyê tên, di nava liv û tevgerê de ne. Li dû vê eleqeya zêde, tedawî destpê dike.
Hîlal Rustem Ada ev 13 sal in doktoriya diranan dike, diranên bi hezaran gerîla baş kiriye û heta niha gelek doktorên diranan perwerde kiriye. Hevokên ji lêvên gerîla Ada dibarin, kêfxweşiya ji ber xizmet û dilsoziya bi jiyana gerîla re vedibêjin: "Jiyana gerîla jiyaneke ku di her kêliyê de mirovan ji nû ve dafirîne. Mirovan gelekî bi hêz dike. Ji bo jinan PKK hîn bedewtir e. Ev bû 13 sal in di nava refên PKK'ê de me. Hînê coş û kelecana roja destpêkê bi min re ye. Nedihat bîra min ku li nava refên gerîla ezê doktoriyê bikim. Ji min hebû ku gerîla bi tenê bi çekê şer dike. Halbûkî dema min felsefeya Rêbertî xwend, min fêm kir ku çiya cihê jiyanê ye, şer li her qada jiyanê tê dayîn. Ez tevlî gelek şerî bûm, min gelek hevalên birîndar tedawî kir. Bawerim ev yek kêliyên herî watedar ên jiyana min e. Niha jî, ji ber ku diranên hevalên gerîla tedawî dikim, gelekî kêfxweş im. Ez xizmeta ji bo gerîla weke xizmeta ji bo mirovahiyê dibînim. Ji ber ku her gerîla bi rola pêşengiya hemû gelên bindest, bi rola xizmetkariya ji mirovahiyê re radibin. Lewma ez xizmeta ji bo gerîla weke xizmeta ji bo mirovahiyê dibînim."
Hîlal di nava axaftina xwe de ragidihîne ku ew her roj diranê bi dehan gerîlayan tedawî dikin û dibêje, "Em hewl didin bi rengekî herî baş, tedawiya hevalan bikin. Di vî warî de çi ji destên me tên em hewl didin bikin. Karê me yê herî mezin ev e. Hevalên me yên doktor diçin qada şer. Gelek caran em bi xwe jî diçin qadên gerîla û tedawiyê dikin. Ji ber ku hin heval nikarin xwe bigihînin nexweşxaneyê. Di vî warî de daxwaza me zêde ye. Rêxistin jî ji bo tenduristiya hevalan ya herî baş dike. Ji bo ku di nava şert û mercên zehmet de em pêşî li tedawiyê negirin, çi ji destê me tê em dikin."
JI NAVA PKK'Ê DOKTOR JÎ DERDIKEVE
Ada diyar kir, di nava pêvajoyê zehmet de wan xwe gihandine asta heyî û got, "Dema min dest bi kar kir, ez bê tecrûbe bûm. Bi perwerdeya li nava rêxistinê û pratîkê bûm xwedî tecrûbe. Nedihat bîra min ku ez ê li dibistana PKK'ê bixwînim û bibim doktor." Adar da xuyakirin, ku wê nizanîbû ji nava PKK'ê doktor jî derdikevin û got, "Ez niha dibînim PKK doktoran jî perwerded ike, nivîskaran jî."
YA KU EZ PÊ BAŞ BÛM, KENÊ GERÎLA YE
Dema Dr. Hîlal nexweşan tedawî dike, Zinar Hesekê tevî êşa giran a li diranên xwe jî timî li min dinêre û dikene. Ez sohbetê bi wî re dewam dikim. Gerîla Zinar bi salan e di nava rêxistinê de ye. Tevî gelek mijaran, der barê xebatên xwe de agahiyan dide: "Xebatên me xwe dispêrin hilberînê. Yanî em hem li qada çandiniyê hem jî xwedîkirina sewalan de hilberînê dikin û hewl didin bersivê bidin pêwîstiyên rojane yên hevalan."
Dildariya Hesekê ya li jiyana gerîla, ji rûyê wî xuya dike: "Çend rojan diranê min dêşiya. Bawer bikin, dema min rûkeniya hevalan dît, min ew êşa diranên xwe ji bîr kir. Ya ku ez pê baş bûm, kenê gerîla ye. Bi moralê ji çiyê werdigirim re ez her roj xwe nû dikim. Gerîla, jiyana li çiyê ji bo min xeyal bû. Ew xeyal bi cih hat."
Di dema sohbeta me de Dr. Hîlal karê xwe qedandiye û careke din tevlî sohbetê dibe.
Ew roj bi sohbeta watedar a gerîla qediya. Ji ber ku bû şev, em li wir man. Danê sibehê jî bi dengê zindî yê gerîlaya ciwan em hişyar dibin. Rojbaş hevalno, taştê amade ye.