'Ya ku dewleta Tirk bi xwe re bîne, talan, dagirkerî û komkujî ye'
Gelê Babê, ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, nerazîbûneke tund nîşanî hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk û komên wê yên çete dan. Babiyan gotin, "Ya ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi xwe re bîne, dagirkerî, mêtîngerî, talan û komkujî ye."
MAHÎR YILMAZKAYA
MINBIC
sêşem, 27 rezberê 2016, 07:08
Ji ber ku bajarê El Bab û derdora wê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê, komên çete yên 'Koalîsyona Sûriyeyê' yên bi navê Tûgaya Sûltan Mûrad, Ehrar El Şam, Ceyş El Îslam û El Nûsra ve hatine dagirkirin, gelek ji şêniyên vî bajarî koçî Minbicê kirine. Babiyên koçî Minbicê kirine dan xuyakirin, ku hewldaneke dagirkirina Babê ji aliyê dewleta Tirk ve, ne ya qebûlkirinê ye û ji Meclîsa Leşkerî ya Babê xwestin, ku herêma wan rizgar bike.
Babiyên ji ANF'ê re axivîn diyar kirin, ew welatekî demokratîk û jiyaneke azad dixwazin û destnîşan kirin, ku dewleta Tirk û komên wê yên çete mêtîngerî, dagirkerî, talan û komkujiyê bi xwe re tînin, ji ber ku azadî û demokrasî ne karê wan e.
Piştî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di encama Pêngava Rizgarkirina Minbicê ya 1'ê Hzîranê de bajar rizgar kir, gelê Babê bang li Meclîsa Leşkerî ya Babê kir, ku herêma wan a ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê û 'Koalîsyona Sûriyeyê' ve hatiye dagirkirin, rizgar bike.
Ji şêniyên bajarê Babê Casim Mihemed ê ji neçarî koçî Minbicê kiriye got, ew dixwazin li xaka xwe vegerin û tevî gelên din bi hev re bijîn.
Casim Mihemed got, "Me bêriya vegera li axa xwe, jiyana bi xizm û cîranê xwe kirine" û destnîşan kir, ku ew hêvîdar in Meclîsa Leşkerî ya Babê tevahiya xaka Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê û 'Koalîsyona Sûriyeyê' paqij bikin ku van çeteyan jiyan li wan herimandine.
Casim Mihemed anî ziman, ku ew li Minbicê bi dilgermî hatine pêşwazîkirin û Meclîsa Gel a Minbicê bersivê dide pêdiviyên wan. Mihemed da xuyakirin, ku gelê Minbicê mêvanperwer e û got, ji roja hatiye herêmê û vir ve, bi piştevaniyê bersiv ji pêdiviyên wan re tê dayîn.
BANG LI HÊZÊN QSD'Ê HAT KIRIN: DIVÊ MOZAÎKA GELAN BAB BÊ RIZGARKIRIN
Ji şêniyên El Babê bavê 5 zarokan S.E. ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, ji ber zexta çeteyan neçar ma mala xwe biterikîne û koçî gundê Oseclî yê li rojavayê Minbicê bike.
S.E. diyar kir, çeteyên DAIŞ'ê û 'Koalîsyona Sûriyeyê' mala wî şewitandine, eşyayên wî yên hêja talan kirine û anî ziman, ku tevî vê mêxdûriyetê jî ji tirsa wan nekarîne dengê xwe derxînin û weke çareya dawî jî neçar man e Babê biterikînin û hatine Minbic a ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatiye rizgarkirin.
S.E. da zanîn, li bajarê Babê beriya sala 2011'an bi qismî jî be, gel û civakên cuda yên baweriyan bi hev re dijiyan, lê belê piştî rûdana şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ev rewş ji holê rabûye û bang li hêzên QSD'ê kir.
S.E. diyar kir Bab bajarekî mozaîk e ku gelên KUrd, Ereb, Çerkez û civakên ji baweriyên cuda bi hev re lê dijîn û got, lazim e ev bajarê mozaîka gelan ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê û 'Koalîsyona Sûriyeyê' bê rizgarkirin.
Li gorî S.E. erkeke girîng dikeve ser milê hêzên QSD'ê, ku nûnerê gelên Sûriyeyê ye û anî ziman, ew bawer e hêzên QSD'ê wê aramiyê bînin tevahiya Sûriyeyê û gel li cih û warên xwe vegerînin.
S.E. destnîşan kir, ku ji ber vê yekê ew li bendê ne hêzên QSD'ê herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê û 'Koalîsyona Sûriyeyê' rizgar bikin.