Xwişk û birayê ji DAIŞ'ê reviyan li Kampa Newrozê gihîştin hev

Du zarokên Şengalî yên ji destê DAIŞ'ê rizgar bûn û bêyî agahiya wan ji hev hebin di heman rojê de li Kampa Newrozê gihîştin hev, ji bo şêniyên li vê kampê bûn hêvî.

Kampa Newrozê, kampeke ji şêniyên Êzidî pêk tê, ku piştî fermana 73'an a 3'ê Tebaxa 2014'an ji bo Şengaliyan hatiye avakirin. Bi wesîleya salvegera Komkujiya Şengalê em vê kampa li Rojavayê Kurdistanê ziyaret dikin. Li kampê beriya gelek çîrokan, çîroka xwişk û birayê Cûmana û Raîd tê vegotin.

Ev her du xwişk û bira beriya niha bi 15 rojan ji destê çeteyên DAIŞ'e rizgar dibin û bi 2 saetan navberê ji hev cuda digihêjin Kampa Newrozê. Xizmên wan ên li kampê dimînin tê derdixînin ku ev xwişk û birayê hev in. Piştî ku tê fêmkirin xwişk û bira ye, ev yek ji bo şêniyên kampa Newrozê ku hemûyan êşên giran kişandine, dibe cihê kêfxweşiyê. Ji bo gelek Êzidiyên ku hê xizmên wan di destê DAIŞ'ê de dîlgirtî ne, ev rasthatin dibe hêviyek ji bo xwegihandin malbat û xizmên xwe.

DEMA PDK REVIYA, MALBATA WAN DÎL HAT GIRTIN

Cûmana û Raîd beriya destpêkirina êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Şengalê, li gundê Siba Şêx Xidir tevî malbata xwe dijiyan. Mîna gelek Şengaliyan, piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê malbata wan jî parçe bû û êşên mezin kişandin.

Di 3'ê Tebaxa 2014'an de dema DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir, yek ji gundên derba herî mezin xwar, Siba Şêx Xidir e. Topên hawanê yên DAIŞ'ê li mala wan dikeve û tevî dayika wan birayê wan Ekrem jî birîndar dibe. Dûre pêşmergeyen PDK'ê direvin û piştî vê revê çeteyên DAIŞ dikevin nava gundê Siba Şêx Xidir û gelek mirovan qetil dikini. Yên qetil nakin jî dîl digirin. Yek ji van malbatan jî malbata Cûmana û Raîd e. Cûmana dema dîl tê girtin, yek ji pênc xwişk û birayên wê Raîd jî hê 4 salî ye.

Xalê Cûmana û Raîd ê li kampa Newrozê dijî Emîn dibêje, ew bi rêya telefonê pê dihese ku dema êrîşa DAIŞ'ê di şeva 3'ê Tebaxê de destpê dike xwişka wî û malbata xwişka wî dîl tê girtin. Emîn dibêje: "Wê şevê dema êrîşê destpê kir em li gundekî din ê li Şengalê bûn. Çawa êrîşê destpê kir ez li xwişka xwe geriyam. Min jê re got, ku ber bi aliyê me ve bê. Wê şevê ji xwe xwişka min û kurekî wê ji ber topa hawanê birîndar bûn. Piştre asayîşa PDK'ê ya li wir direve. Danê sibehê saet di 5'an de dema min telefon kir, yekî bi Erebî axivî telefon vekir û min fêm kir ku dîl ketine destê DAIŞ'ê.

Piştî ku em gihaştin Rojava me li wan pirsîn. Xwişka min û malbata wê birin Mûsilê û ji wir jî birin nexweşxaneyekê. Li wê derê nasekî me nebû, bi rêya wan ez çend caran bi xwişka xwe re axivîm. Piştre pê hesiyam ku li Telafer e. Dûre min ti agahî jê negirt. Heta min zarok dît, ji min hebû li wir in."

DI HEMAN ROJÊ DE GIHÎŞTIN KAMPA NEWROZÊ

Hêzên YPG'ê beriya 15 rojan Raîd anîn kampa Newrozê. 2 saet piştî anîna Raîd, keçek bi jineke Êzidî ya lal re anîn. Zarok hev nas nakin. Lê belê, gelo ji ber 'li hev xerîb nayê' her tim li hev dinêrin û dikenin.

Yek ji wezîfedarên kampa Newrozê Ozgur ku wê rojê ew pêşwazî kir, dibêje hem zarokan hem jî jina Êzidî ya lal a Cûmana pê re hat gelekî bandor lê kirin. Ozgur wiha dewam dike: "Zarok bi hev re nehatin, ji hev cuda hatin. Jineke Êzidî ya ciwan a ji DAIŞ'ê reviya, Cûmana xwe re anî bû. Me Raîd û ew xistin heman odeyê. Jin ji ber ku lal bû, nikarîbû rewşa xwe vebêje, lê ji bo tiştekî bêje gelekî hewl dida. Min berê jî gelek kesên ji DAIŞ'ê reviyan dîtibû, psîkolojiya wan gelekî nebaş bû. Lê ji her awayî ve diyar bû, ev jiyana ciwan xwedî hêviya rizgariyê bû.

Zarok gelekî bi tirs bûn. Dema dengekî dengekî biçûk jî dihat dihibîstin, dibiziyan. Cûma û Raîd qet bi hev re nedipeyivîn. Timî li hev dinêrî û dikeniyan. Gelekî bal dikişand. Piştre bi hêviya ku karibin wan nas bikin, me bang li rûspiyên li kampê kirin."

DI DEMÊN CUDA DE JI RÊYÊN CUDA REVIYAN

Ebû Ziyad di nava Meclîsa Kampê de cih digire. Yek ji kesê ji bo naskirinê çûn cem zarokan e. Ebû Ziyad bi Raîd, Cûmana û jina ew anî re daxive û rê û rêbaza rizgariya zarokan vedibêje: "Keça me ya Cûmana bi xwe re anî, bi hin işaretan hewl da nîşan bide bê Cûmana çawa rizgar bû. Got ku ew pê re li heman cihî dima û dema reviya ew bi zorê bi xwe re anî. Ji ber ku lal e, jê heye ku di rê de ew ê alîkariyê bide wê. Di heman demê de nikare qebûl bike, ku keçeke Êzidî di nava lepên wan hovan de bimîne. Cûmana naxwaze bê, dev li destê wê dike. Lê ew bi Cûmana digire û tîne. Ev keça me jî ji gundê Koço yê Şengalê ye. Heta niha Cûmana jî, ew jî li Reqayê bûn.

Wekî din, em bi Raîd re bi Erebî axivîn. Her du zarokan jî zimanê xwe ji bîr kiribûn, bi tenê bi Erebî dizanîbûn. Raîd ji me re got ew ji Siba Şêx Xidir e. Û anî ziman ku heta niha li Reqqayê bû. Ji Reqqayê direve û tê heta cihekî. Li wê derê jî heval wî dibînin û wî tînin. Lê belê Cûmana û wî li Reqqayê qet hev nedîtin. Me ji zarokan ne pirsîn bê çi hat serê wan. Bi tenê me li rewşa wan, malbatên wan û rê û rêbaza rizgariya wan pirsîn. Ji ber ku gelekî ditirsiyan. Me got, 'ew ê piştre hêdî hêdî bi xwe qalê bikin'. Me ev ji wan fêm kir, dema reviyan haya wan ji hev tinebû, di rêyên cuda de hatine û li vir hev dîtine."

'JI ME HÎN BÛN KU EW XWIŞK Û BIRAYÊ HEV IN'

Her du zarokan, bi qasî tê bîra wan bi zimanê Erebî bersiv da pirsên şêniyên kampê. Xalê zarokan Emîn bi vî rengî dibêje ku wî tê derxistiye zarok xwarziyên wî ne: "Raîd dema hat kampê gotibû ew ji Siba Şêx e. Jê pirsî bûn ku dayik û bavê wî kî ne. Dûre bang li min kirin û gotin xwarziyê te hatiye. Ez jî çûm cem wan. Raîd gelekî hatibû guhertin. Lê min ew nas kir. Min hêdî hêdî jê pirsî. Digot navê dayika wî Adde, navê bavê wî Reşo ye. Her wiha got birayekî jê mezintir Erkem û dayika wî li Reqqayê ne, lê haya wî ji yên din nîne. Wekî din haya wî qet ji bavê wî tinebû. Piştî bersivên da pirsan, ez zelal bûm ku ew xwarziyê min e.

Piştî wî bi 2 saetan, keçeke ciwan û zarokek keç hatin. Min zaroka keç qet nas nekir. Lê wê jî gotibû ew ji Siba Şêx e. Zarokan hev nas nekirin, lê timî li hev dinêrî û dikeniyan. Me çend pirs ji zaroka keç jî kir. Haya wê jî qet ji malbata xwe tinebû. Bi tenê navê gund, dayik û bavê wê dihat bîra wê. Wê demê derket holê ku her du zarok xwişk û birayê hev in, xwarziyên min in. Ez gelekî kêfxweş bûm ku ew rizgar bûn. Ew jî ji me hîn bûn ku xwişk û birayê hev in. Hêdî hêdî hatin cem hev û bi hev re lîstin.

Bêguman ez gelekî kêfxweş bûm ku piştî demek ewçend dirêj min zarok dît. Tiştekî rasthatî bû ku ew di heman rojê de gihîştin kampê, lê ji bo me hemûyan bûn hêvî. Vê yekê bandor li tevahiya şêniyên kampê kir. Li kampa me, gelek mirov hene, ferdên malbata wan di destê DAIŞ'ê de ne. Ji bo agahiyekê ji wan bigirin di nava hewldanan de ne."

...