Ji bo piştgirîdayîna çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê li girtîgehên Tirk da destpêkirin, xwendekarên Zanîngeha Gazîantepê jî dest bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin.
Xwendekarên Zanîngeha Gazîantepê ji bo piştgiriyê bidin çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger li girtîgehên Tirk dane destpêkirin û di roja 64’an de didome, çalakiya birçîbûnê dane destpêkirin. Çalakiya birçîbûnê ya bêdem û dorveger beriya 3 rojan bi 6 kesan destpêkir, îro komekî 6 kesî çalakî dewir girt. Xwendekarên ku anîne ziman ew li pişta daxwazên girtiyên li girtîgehê anîne zimanin û heta ku daxwaz bêne qebûl kirin ew dê çalakiya xwe ya bêdem û dorveger bidomînin.