40 xwendekarên ku li Zanîngeha Kafkasê êrîşa ulkucuyên faşîst protesto kirin û rastî êrîşa polîsan hatin û piştre jî hatin binçavkirin, 33 ji wana li emniyetê 7 jî ji aliyê dadgehê ve hatin berdan.
Xwendekarên li Zanîngeha Kafkas ya Qersê dixwînin, duh ji bo protesto kirina êrîşa ulkucuyên faşîst xwestin di derketina dibistanê de meşekê li darxînin lê belê rastî êrîşa polîsan ya bombeyên gazê û ava şit hatibûn û 40 xwendekar binçavkiribûn. Piştî karûbarên li emniyeta polîsan ya Qersê 33’ê xwendekar serbest hatin berdan û 7’ên din jî piştî karên fermî yên li dozgeriyê anîn edliyeyê. 7 xwendekarên ku piştî karên fermî yên li dozgeriyê bidaxwaza girtinê şandin dadgehê, ji aliyê dadgehê ve hatin berdan.